Li
Rojhilata Navînê pirseke navdewletî:
Avên
Ferat û Dîcleyê
Osman Aytar
Destpêkek
Ji
ber girîngiya xwe ya ji bo berdewamiya
jiyana mirov û xwezayê pirsa avê her
dem bûye sebebekî ji bo problemên
navbera dewlet û gelan, heta di çerçeweya
teng de bûye sebebê hin nakokiyên
navbera gund û gundiyan. Li gor hin lêkolîneran,
problemên avê ewlekariya neteweyî ya
dewletan bi hevdu girêdide û ji ber vê
yekê jî mirov dikare bibêje ku dîmensiyona ekolojîk a
ewlekariya neteweyî jî heye.
Herdu
avên ku ji Kurdistanê derdikevin û ji
Sûriye
û Îraqê derbas dibin, ne nuha
di demên berê de jî bûne sebebê hin problemên navbera dewletan.
Dewletên
Tirkiyê, Sûriyê û Îraqê beyê ku ji
gelê kurd bipirsin û bişêwirin
avên Ferat û Dîcleyê jî wekî malên
xwe dibînin û ji bo vê yekê jî van
avan li hember hev wekî sîleh bikartînin.
Taybetî jî Tirkiye, ji ber ku kontrola
çavkaniyên van avan di destê wê de ye,
avên Ferat û Dîcleyê ji bo berjewendiyên
xwe yên herêmî li hember herdu dewletan
bikar tîne.
Daxwaz
û gazinciyên dewletên Tirkiyê, Sûriyê
û Îraqê yên li ser bikaranîna avên
Ferat û Dîcleyê bi hin polîtîka û
ihtiyaciyên wan ve girêdayî ne. Problemên
bingehîn ên ku di navbera her sê
dewletan de hene, ji problemên birêvebirin,
parvekirin û planên pêşveçûnê yên
bi avên Ferat û Dîcleyê ve girêdayî
derdikevin. Her sê dewlet jî li gorî hin plan û projeyên xwe
dixwazin li herêma Rojhilata Navînê xwediyê
înîsiyatifan bin. Ya
din, zêdebûna nufûsên van dewletan û
hin investeringên van ên bi avên Ferat
û Dîcleyê ve girêdayî jî wusa dike
ku tesîra guherandina herikandina avê
xwe di cih de nîşan bide. Ji ber vê
girîngiyê ye ku yê her sê dewletan jî
wezaretên wan ên taybetî yên ku bi avê
elaqeder dibin hene.
Tirkiyê
di
sala 1953‘yan de piranî jî ji bo
bendavan, DSI (Devlet Su Işleri)
avakir. Armanca yekem a bendav û santralên
li ser avên Ferat û Dîcleyê ev bû ku,
ji bo industriya Tirkiyê ku hema hema
temamî li herêma rojavayê ye elektrîk
bê peydakirin. Keban û dû re plankirina
GAP'ê, ji bo pêkanîna armanca temînkirina
elektrîkê bo industriya Tirkiyê ye û
wekî mînak elektrîka ku ji Kebanê hate
bidestxistin her hate şandin bo
Tirkiyê.
Beyî
avên wekî Asî û Yarmûk ku ji aliyê Sûriyeyê
tên bikaranîn, Sûriye gelek muhtacî
ava Feratê ye. Dîcle ji bo Sûriyeyê ne
xwediyê giraniyeke wekî Feratê ye. Sûriye,
avê piranî ji bo bikaranîna herêmî,
avdanê û hin armancên industriyê bikar
tîne. Sûriyê di sala 1947‘an de ji bo
bikaranîna avê lêkolînek çêkir. Di
sala 1956‘an de projeya deşta
Al-Ghad hate plankirin. Li gor vê projeyê
ji bo ji çandiniyê re vekirina seheyên
nû dê xebat bihata kirin. Li ser ava Asî
avakirina bendavekî jî di nav çarçoweya
vê projeyê de bû. Di sala 1966‘an de
Yekîtiya Sovyetê û Sûriyeyê li hev
kirin ku Yekîtiya Sovyetê dê ji aliyê
kadro û teknîk alikariya Sûriyeyê bike. Sûriyeyê ji xwe di sala
1961‘an de dest bi plana hin projeyên
mezin ên li ser ava Feratê kiribû. Îdareya
Giştî ya ji bo Pêşveçûna Herêma
Feratê di sala 1968‘an de avabû. Dû
re Sûriyeyê ji bo bendava Feratê
wezaretek jî avakir. Bendava Tabqa ku di
sala 1973‘yan de temam bû, yek ji wan
projeyan bû ku ji bo avdanê û elektrîkê
hatibû çêkirin. Gola ku bi avgirtina
bendavê çêbû, navê wê kirin Gola
Esed (Gola Tabqa) ku kapasîteya wê 11.9
milyar metrekup (m3)
bû. Bendava Feratê jî di sala 1978‘an
de temam bû. Sûriyeyê ji bo pêşdebirina
sîstema avdanê gelek mesref kir. Lê Sûriye
di armanca xwe de biser neket û wekî
misal di sala 1986‘an de tenê sedî
11‘yê axa çandinî bi riya ava Feratê
dihat avdanê.
Îraq
di pirsa avê de muhtacî du dewletan e,
Tirkiye û Sûriye. Bendavên Samara û
Feratê ku di salên 1955-1956‘an de
avabûn, ji bo kontrolkirina avê ku gelek
caran dibû sebebê lehiyan, fonksiyonên
baş leyistin. Îraqê ji bo avdanê
li gor şertên wê çaxê sîstemeke
baş çêkir. Wusa bû ku di destpêka
salên 90‘î de sedî 50‘yê axa Îraqê
ya çandiniyê bi riya sûnî dihat avdanê.
Nuha pêwistiya Îraqê gelek bi avên
Ferat û Dîcleyê heye.
Di
vir de aliyê ku mirov dikare bibêje ku
xwediyê ne polîtîkayeke giştî ye,
tevgera kurdî ye. Wekî mînak, partî û
rêxistinên kurdistanî pirsa avê bi
awayekî cîddî û girîng nexistine
rojeva xwe. Pirs û pirsgirêkên kurdan
pirin, lê îhmalkirina pirsa avê yan jî
di vî warî bêpolîtîka bûyin nabe û
divê nebe "uzir"eke maqûl.
Xwedî dewlet nebûna kurdan jî faktoreke
bîngehîn e, lê pirs tenê bi wê ve ne
girêdayî ye. Wekî warên din, Kurd, çi
partî û rêxistinên siyasî û çi jî
dezgehên demokratîk, divê di warê avê
de jî li gorî misyonên xwe xwediyê
polîtîka û perspektîfan bin. Di vî
warî de hin îmkanên huqûqî yên
navneteweyî jî hene. Wekî mînak, hin
peymanên navneteweyî hene ku li gorî
wan mirovên "herêma avê"
dikarin mafê xwedî gotin bûyinê
biparêzin û li gorî wan dikarin di hin waran de
bibin unsûrên girîng ên pirsê.