ZANÎNA
DERBARÊ JÎNGEHÊ
Wekî
gelek pirsên civakî yên din, di raya giştî
de giringîpêdayina pirsên jîngehê
jî bi zanîna derbarê wan ve girêdayiye.
Di gel vê, ji ber hin taybetmendiyên
form û naveroka pirsên jîngehê di vî
warî de îhtimala îhmalan û
derengîmayinê jî zêdetir e.
Em
kurd jî pirsên warê jîngehê di jiyana
rojane de ya bixwe dijîn yan jî
dibihîsin. Lê bêrefleksbûyin yan jî
di merheleya herî dawîn de giringiya
pirsan ferqkirin carnan wusa dike ku êdî
gelek tişt ji dest diçin.
Lê
di gel hemû kêmasiyên xwe, di vî
warî de jî pêşveçûneke berbiçav
heye. Êdî mirov li hember bendavên nû
yên li ser Feratê, Dîcleyê û Munzurê
ne di sewiyeya rêlibergirtinê de be jî
reaksiyonên xwe nîşan didin. Wexta
mirov helwestên li hember bendavên wekî
Keban, Karakaya û Ataturkê û yên îro
bide berhev ferqiyeteke berbiçav
derdikeve pêş.
Ger
ev pêvajo bi hin gavên din bê
bihêzkirin, ew dê li Kurdistanê ji bo
zanîna derbarê jîngehê jî bibe
zemîneke baş.
15.3.2001
Osman
Aytar