Foruma Jîngeha Kurdî

 

BANG JI BO ÇALAKÎ  

14'yê adarê Roja navneteweyî ya çalakiya li hember bendavan û ji bo çeman, avê û jiyanê ye. Biryara rojeke weha di kombûna yekemîn a navneteweyî ya mirovên ji bendavan zerardîtî de ku li Brezîlyayê li bajarê Curitibayê di 14'ê adara 1997'an de çêbûbû, hate girtin. Ji bîst welatan nûner beşdarî wê kombûnê bûbûn.

Encamên kombûnê bi navê Deklerasyona Curitibayê hatin eşkerekirin. Kiryarên antîdemokratîk û liberçavnegirtina îradeya mirovên herêmên bendavan dihat rexnekirin û daxwaza xurtkirina xebata herêmî û navneteweyî dihat kirin.

Herçend ji welatê me tu nûner beşdarî wê kombûnê nebibe jî, daxwazên wê ji bo welatê me ku bi salan e marûzî kiryarên antîdemokratîk ên weha dibe jî aktûel in.

Ji ber vê yekê, divê em jî xwedî li vê rojê derkevin û li gorî îmkanên xwe pêwistiyên wê bicih bînin.

 

26.2.2001

Osman Aytar

 

 

Vegere destpêkê

 

Editor:
Osman Aytar

Kurdforum:
E-mail

 


Ev rûpel, herî baş bi
Microsoft Explorer 5.0
û yên piştî wê ve dikare bê dîtin.


Destpêkirin:
16.10.2000