Foruma Jîngeha Kurdî

 

Di riya xelaskirina Hesenkêfê de rûdaneke girIng:

Şîrketên îngiliz û îtalî jî dev ji projeya Ilisuyê berdan

 

Şîrketa îngiliz, Balfour Beatty û hevkara wê ya îtalî, Impregilo di roja 13.11.2001'an de diyar kirin ku ew ji ber sebebên sosyal, ekonomîk û jîngehî dev ji beşdariya avakirina projeya Ilisuyê berdidin. Ew biryara herdu şîrketan ji aliyê rêxistin û kesên ku ji bo xelaskirina Hesenkêfê xebat dikin, bi memnuniyet hate pêşwazîkirin. Lê wezareta dervayî ya Turkiyeyê bi daxuyaniyekê helwesta van şîrketan rexne kir û diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê dê karûbarê projeya Ilisuyê bidomîne.

Devjêberdana şîrketên îngiliz û îtalî ji aliyê wext jî balkêş e. Çunkî serokwezîrê Îngiltereyê Tony Blair di hefteyên çûyî de ketibû nava hewldanekê ku ji bo piştgiriya Tirkiyeyê bo şerê li Afganistanê krediya bo projeya Ilisuyê bê dayin. Ew helwest di raya giştî ya ku di derbarê projeya Ilisuyê de hessas e bûbû sebeba nerazîbûnekê.

Yên ku nedixwestin ku konsorsiyuma navneteweyî dest bi avakirina projeya Ilisuyê bike, ne tenê kurd û dostên wan bûn. Herweha Sûriye, Îraq û Yekîtiya Ereban jî bi tundî avakirina projeyê rexne kiribûn û ji hukumeta îngiltereyê daxwaz kiribûn bû ku ew piştgiriya vê projeyê neke. 

Wekî tê zanîn di dawiya sala çûyî de şîrketa swêdî, Skanska dev ji beşdariya avakirina projeya Ilisuyê berdabû. Bi vê bûyera dawîn konsorsiyuma navneteweyî ya ku şîrketên îswîçreyî (Sulzer Hydro û ABB) serokatiya wê dikin kete bi xetereke mezin. Heta hin şîrovekirin hene ku, li gorî wan êdî ev konsorsiyuma navneteweyî dê têk biçe.

 

Ji bo agahdariyên berfireh li nivîsên îngilizî ku bi vê nuhkirinê di Kurdforumê de di bin sernivîsa "News about withdrawal of Balfour Beatty and Impregilo from Ilisu project"ê de hatine bicihkirin binêre.

 

Li Kurdforumê hate bicihkirin: 18.11.2001

 

 

 

Vegere destpêkê

 

Editor:
Osman Aytar

Kurdforum:
E-mail

 


Ev rûpel, herî baş bi
Microsoft Explorer 5.0
û yên piştî wê ve dikare bê dîtin.


Destpêkirin:
16.10.2000