Foruma Jîngeha Kurdî

 

Ji BO HESENKÊFÊ CIVÎN

 

Roja Teze, 15.9.2000

 

Beşê çandî - Wezîrê Çandî yê Tirkiyê İstemihan Talay beşdarî seremoniya vekirina Muzeya Asarên Şerqê yên Kevn bû û got ku wê Hesenkêf rizgar bibe! Muzeya Asarên Şerqê yên Kevn ku beşek ji beşên girîng ên Muzeya Arkeolojiyê ya Stembûlê ye, bi sponsoriya Garantî Bankasi hate nûkirin û ji bo seredanê hate vekirin. Wezîrê Çandî Talay ê ku beşdarî vebûnê bûbû got, "Em ê Hesenkêfê di bin avê de nehêlin." Li gor ku çapemenî radighêne Talay, nêrînên xwe yên di derheqê piştgiriya sektora taybetî ya hunerî de bi vî awayî anî zimên: "Yek ji unsûrên herî girîng ku dora heyama wezîrtiya min bi awayekî vekirî pêçaye, teşwîqkirina destekê sponsoriya kes û saziyan a ji bo huner û çandê ye." Li hemberî pirsa, ku wê hevkariya dewletê û sektora taybetî ya ku ji bo Zeugmayê dereng mabû ji bo Hesenkêfê pêk bê? jî wiha got: "Projeyeke wiha heye. Hîn ev proje bi xetên giştî derneketiye holê. Lê ez vê yekê weke mizgîniyekê dighînim we, di rojên li pêşya me de, bi beşdariya kes û saziyên hunerhez em ê civîneke berfireh ji bo Hesenkêfê pêk bînin." Wezîr İstemihan Talay got ku ji bo Zeugmayê jî tiştê ku ji destê wî hatiye kiriye. Gava herî girîng a "ji bo Zeugmayê ew e, ku mirov karibe muzeyeke vekirî ava bike. Ji bo rizgariya Hesenkêfa ku wê di bin baraja Ilisuyê de bimîne hete îro gelek pêşniyaz û proje hatine pêşkêşkirin lê tu pêşketinek çênebûye."

Çapemeniya Tirkî radighêne ku wê ji bo Hesenkêfa ku pênc hezar şikeftên heyama Helenîstîk û gelek asarên tarîxî yên heyama Artukî, Ereb, Suryanî, Sasanî, Bîzansî, Roma û Ûrartû lê hene di rojên li pêş de bi koordînasyona Wezareta Çandî wêcivînek pêk bê û wê pêvajoya rizgarkirina vê dewlemendiya dîrokî jî destpêbike...

 

 

Vegere destpêkê

 

Editor:
Osman Aytar

Kurdforum:
E-mail

 


Ev rûpel, herî baş bi
Microsoft Explorer 5.0
û yên piştî wê ve dikare bê dîtin.


Destpêkirin:
16.10.2000