GAP
Û MÎRATA KULTURÎ
Osman
Aytar
Çira,
hejmar 1, adar 1995
Dewleta
Tirkiyê, projeya ku bi navê “Projeya
Anadoliya Baþûrêrojhilat“ (GAP)“ tê
nasîn, her dem wekû propagandayê bikar tîne.
Li gor berdevkên dewletê, “pêþeroja“
gelê Kurd wê bi GAP‘ê bê guherandin.
Wekû her caran, di dema vekirina yek ji
Tunelên Þanliurfayê (Ruha) de jî, bi
rojan di radyo, televîzyon, rojname û
kovaran de, propandayên li ser derew û
demagojiyan avakirî, hatin kirin.
Propagandayên weha, hindik an zêde her dem
tên bikaranîn.
Gelo
rastiya GAP‘ê çi ye? Wê çi bîne û
bibe?
GAP,
projeyek fireh e û li gor planên resmî yên
dewleta Tirkiyê, wê li ser ava Ferat û
Dicleyê 22 bendav û 17 santralên elektrîkê
avabibin. Ger GAP bi tevayî bê avakirin,
nezî 1.6-1.7 milyon hektar erd wê bê
avdan û 26-27 milyar kîlovatseet elektrîk
wê bê destxistin. Ji bo avdana erdên zîreetê
yên herêmê li şanliurfayê du tunelên
mezin avadibin. Di çerçeweya GAP‘ê de,
heta nuha bendava ku bi tevayî qediyaye,
tenê Bendava Karakayayê ye. Yê Bendava
Ataturk û Tunelên þanliurfayê jî, tenê
hin beþên wan qediyane. Karê avakirina
hin bendav û santralan jî didome û yên
mayî jî hîn di sewiyeya planê de ne. (1)
Bê
þik gellek aliyên vê pirsê hene û ne
mumkune ku di nivîseke weha de mirov
bikaribe hemû tiþtan bîne ziman. Armancên
siyasî, civakî, aborî û yên din ên
dewleta Tirkiyê ku li ser GAP‘ê ne,
gellek in. Di gel vê, hin tiþtên ku bi
avabûna bendav û santralên elektrîkê,
hatin û wê di pêþerojê de bên holê jî
hene. Xerakirina mîrata kulturî, yek ji
van tiþtan e, ku divê mirov bi giringî li
ser bisekine.
Pêwistiya
pêşveçûna tevayî
Dewleta
Tirkiyê, di warê polîtikayên pêþveçûnê
de jî, helwesta xwe ya dîrokê bi tûndî
didomîne, guh nade peyman û pîvanên
navneteweyî. Ger bixwe îmzekiribe jî, ji
bo wê ne girîng e û li gor berjewendiyên
xwe yên kurtewext, dikare mîrata dîrokî
û kulturî ya gelan bi hêsanî xera bike.
Wexta pirs dibe pirsa Kurd û Kurdistanê,
ew bêberpirsiyartî hîn hovane dimeþe.
Projeya GAP‘ê, yek ji van mînakên bêberpirsiyartiyê
ye.
Di
vî warî de gellek peyman û biryarên
navneteweyî ku ji alî Tirkiyê ve jî
hatine îmzekirin, hene. Di nav van peyman
û biryaran de du hebên balkêþ hene ku ji
bo agahdariyek giþtî, xwedî maneyên girîng
in.
Yek
ji van, bi navê “Dehsaliya Dinê ya Geþbûna
Kulturî (1988-1997)“ tê nasîn, ku bi
biryarên civînên giþtî ên Neteweyên
Yekbûyî û UNESCO (Rêxistina Kulturî,
Zanistî, Perwerdekarî ya Neteweyên Yekbûyî)
hatiye qebûlkirin. Tirkiye, him pêwistiyên
vê biryarê nayne cî, him jî di pratîkê
de dijî vê biryarê gavan davêje. “Rêberê
Pratîk“ ku ji bo çalakiyên Dehsaliya
Dinê ya Geþbûna Kulturî hatiye
amadekirin, hin rastiyên planên pêþveçûnê,
ku ji bo planên GAP‘ê jî aktuel in, tîne
ziman. Di rêberê de behsa helwesta pêþveçûna
tevayî tê kirin. Tespîtên wekû “Hemû
babet projeyên pêþveçûna civakî û
aborî ku rewþa kulturî û xwezayî ya
civakekê nagrin ber çavan, mehkûmê têkçûnê
ne“ û “Tû
projeya pêþveçûna rastîn, nikare
taybetiyên bingehîn ên rewþa kulturî û
xwezayî, pêwistî û daxwaziyên gelên
alaqeder bide aliyêkê“ (2),
rastiya GAP û xerakirina mîrata kulturî tînin
ber çavan.
Çar
armancên bîngehîn ên “Programa Dehsalî“
ya ku di çerçeweya Dehsaliya Dinê ya Pêþveçûna
Kulturî de hatiye îlankirin, ji alî
perspektîf, ji bo pirsa Kurdan jî gellek
di cî de ne. Ew çar armancên wekû, di
pêþveçûnê de liberçavgirtina unsûra
kulturî, nasîna nasnameya kulturî û
dewlemendkirina wê, firehkirina beþdarbûna
jiyana kulturî û geþkirina
hevkariya kulturî ya navneteweyî (3),
him alî pêþeroja polîtikayên dewletê,
him jî ji alî pîvanên pêþveçûnê,
xwedî maneyên girîng in.
“Peymana
Parastina Mîmartiya Ewrûpayê“ ku ji
aliyê Tirkiyê ve jî hatiye îmzekirin jî,
di vî warî de mînakek eþkere ye. Him di
vê peymanê de, him jî di planên ku di vê
mijarê de hatine amadekirin de, pêwistiya
jiyandin û parastina doralî û mîrata mîmarî,
di projeyên pêþveçûna civakî û aborî
de liberçavgirtina mîrata kulturî û dîrokî,
tê behskirin. Di peymanê de hin hukmên ku
yên ku peyman îmzekirine girêdidin jî,
hene. (4)
Lê ji bo Tirkiyê ne xem e.
Ji
ber ku ji plankirina GAP‘ê heta nuha,
dewleta Tirkiyê tu car pêwistiya þîrovekirina
tesîrên projeyê nedîtiye; hin pîvanên
navneteweyî ku pêdivêtiyên wan divê ji
destpêka projeyan bêne bicihanîn, bi bêberpirsiyarî
paþguh kiriye; bajarekî antîk ê
Kurdistanê û gellek cihên dîrokî di bin
ava bendavan de man. Ger tedbîrên pêwist
neyên standin, an jî planên heyî neyên
guhertin, wê bajarek wekû Hesenkêfê û
gellek cihên din jî di bin ava bendavan de
bimînin.
Di
bin avê de xezîneyek kulturî
Tiþtên
ku di kolînên arkeolojîk ên girikên (þemsiyetepe,
Degirmentepe û Koþkerbaba) ku di bin
Bendava Karakayayê de man û di yê bajarê
Samsatê de hatin dîtin, bi serê xwe him nîþanên
dewlemendiya mirata kulturî û dirokî ya
Kurdistanê ne; him jî sewiyeya wêrankariya
GAP‘ê ya li ser mîrata kulturî nîþan
didin. Ji ber ku kolînên arkeolojîkî
dereng dest pê kirin, gellek tiþtên hêja
di bin avê de man.
Di
kolînên arkeolojîk ên Girikê (hoyuk) þemsiyetepeyê
(1978-1985) de hin tiþtên ji Çaxê Hesinî,
Çaxê Pêþî yê Tûncî û Çaxê Kalkolîtîk
mayî, hatin dîtin. Li þemsiyetepeyê, di
gel dîtina perçeyên dîzik û qafikan, kêra
hesînîn, derziyek tûncîn û hin fîgûrên
ji Çaxê Tûncî mayî û kûzekî sor ku tê
texmînkirin ku ji Çaxê Hesinî maye; hebûna
avahiyên bi keviran çêkirî, jêmayiyên
kûre (firûn) û odeyên bi tifik, nîþanên
sewiyeya bicîhbûna mirovayetiyê ku wê
demê li herêmê bûye ne.(5)
Di
kolînên Girikê Degirmentepeyê de
(1978-1984), tiþtên ku ji Berê Mîladê 4
000-5 000 sal mane, hatin dîtin. Serê tîrkvanek
û kaseyek ji Çaxê Hesinî; kort û sandûqên
(bi kerpîçan çêkirî) zexîreyê, aletên
ji keviran çêkirî û gellek perçeyên
kaseyên ji Çaxê Hesinî; hin aletên ji
hestiyan çêkirî, hin ziynet, hin babetên
moran, kûreyên helandina bakir, xaniyên
bi kevir û bi kerpîçan çêkirî û firûn
û tifikên wan ên ji Çaxê Pêþî yê Tûncî,
hin tiþtên balkêþ ên ku ji avê xelasbûne
ne. Heta dema me mayina xaniyên bi kerpîçan
çêkirî, wekû hostatiya mîmariya wê demê
tê þîrovekirin.(6)
Di
kolînên arkeolojîk ên Girikê Koþkerbabayê
(1978-1983) de, di gel avahiyên bi kerpîçan
û bi keviran çêkirî yên ji Çaxê Hesinî
û Çaxê Pêþî yê Tûncî, dîtina hin
perçeyên dîzik û qafikên ji Berê Mîladê
1000 sal mayî û hin jêmayiyên avahiyên
ji dema Urartûyan, wekû nîþanên bicihbûna
mirovatiyê tên þîrovekirin.(7)
Bajarê
Samsatê jî, bi tevayî di bin ava Bendava
Ataturkê de ma. Wekû tê zanîn, Samsat
bajarekî kevnare yê Kurdistana Bakur bû.
Bajarê Samsatê, ji Qraliyeta Kommagene ku
Berê Mîladê di sala 69‘an de avabûbû,
paytextî kiriye. Avakarê vê qraliyetê,
Antiochosê I. jî tê de, þeþ qralan li
herêma Samsatê de 141 sal hukumdarî
kirine. Herêma Samsatê, di pêvajoya dîrokî
de bûye cîwarê gellek gelan û gellek
hukumdaran jî li herêmê serdestiya xwe
domandine. Sumeran, Hurriyan, Hîtîtan, Mîtanniyan,
Medan, Asûriyan, Persan, Roman, Ereban, Selçûkiyan
û Osmaniyan li gor rewþa cîwarbûn û
serdestiya xwe, li herêmê jiyane û
hukumdarî kirine. Lê Kurd, wekû tê zanîn
pîþtî têkçûna împaratoriya Medan, bi
awayek giþtî her dem bindest bûne.
Di
kolînên arkeolojîkî yên bajarê Samsatê
de, hin tiþtên jêmayiyên kulturî hatin
xelaskirin; lê mixabin xezîneyek mezin di
bin avê de ma. Li Samsatê kolînên
arkeolojîkî, di sala 1978‘an de dest pê
kirin; lê di gel vê derengdestpêkirinê jî,
kolîn bi dûzan nemeþiyan. Di kolînan de
jêmayinên girîng ên Çaxê Navîn ê
Tuncî û yê Berê Mîladê 2000 salî,
hatin dîtin. Perçeya kitabetek ji Çaxê
Dereng ê Hîtîtiyan, di wazoyek ku ji Çaxê
Asûriyan mayî de dîtina peykerê kulliyek
ku ji bronz hatiye çêkirin, perçeyek
tuxlayek cîlakirî, hin tiþtên balkêþ
ên ku hatin dîtin in. Di kolînan de morên
ji Çaxê Nû yê Babîlan (Berê Mîladê
625-539) û Çaxê Dereng ê Asûriyan (Berê
Mîladê 721-705) jî hatin dîtin. Li ser
morên Çaxê Nû yê Babîlan de, þiklê
figûrên mirovên ku li ber sembolên
“Xwedê“ secde dikin, heye. Li ser mora
ku tê texmînkirin ku ji Çaxê Dereng ê
Asûriyan maye de, rismê qralek ku li ber
figûrê ku îhtimalek mezin “Xwedayê
Heyvê yê Herranê“ temsîl dike, secde bûye,
heye. Di kolînên Samsatê de, dîtina jêmayiyên
qesra ku tê texmînkirin ku di dawiya dema
Helenîstîk û Romayê de, ji alî bavê
Antiochosê I., Mitradates Kallinikos (Berê
Mîladê 100-70) hatiye çêkirin,
xelaskirinek baþ bû. Li wir, perçeyên
mozayikê, sikkeyên Mitrades Kallinikos û
hin berhemên peykersazî; di kolînên bircên
Samsatê de jî jêmayiyên demên Bîzans
û Îslamê hatin dîtin. Di kolînan de di
gel dîtina gellek tiþtên ji dema Artûkiyan,
Selçûkiyan û Eyyubiyan mayî; taybetî jî
di kolîna sala 1983‘yan de di qata dema
Helenîstîk de di nav paçekê de sîkeyên
sîmîn, tiþtên ziynet ên sîmîn û zêrîn,
mirarî û moriyên ji kevirên giranbûha
çêkirî jî hatin dîtin. Sîkeyên sîmîn
340 heb bûn û yê dewletên Emewiyan,
Ebbasiyan, Samaniyan, Hemdaniyan û
Buweyniyan bûn. Di kolînên sala 1984‘an
de jî, 3 sîkeyên zêrîn ku li ser wan
navên xelîfeyên Ebul Cafer Harun (Piþtî
Mîladê 786-809), Ebul Fazl Cafer el
Mutevekkil ala‘llaha (Piþtî Mîladê
847-861) hene, hatin ditîn.(8)
Di
nav sînorên Adiyamanê de gellek berhem û
avahiyên dîrokî jî di bin ava Bendava
Ataturkê de man. Li Kehtayê Girikê Ancozê,
li Samsatê gorên di nav zinaran de çêkirî,
Tirba Arslan Paþa, Tirba Hesen Hecî, Tirba
Hecî Yusuf, Tirba Mehmet Gazî Paþa, hin kîtabetên
kevn, hin xaniyên kevn (Mala Bekir Çetin,
Mala Kadir Aslan, Mala Mustafa Kuran, Mala
Nazîf Toprak û Mala Nurî Satici), Mescîda
Hesen Aga û Mescîda Tepeonuyê di bin ava
Bendava Ataturkê de man.(9)
Pêþeroja
bajarê Hesenkêfê jî di talûkeyê de ye.
Li gor planên GAP‘ê, ger Bendava Ilisu
avabe, wê Hesenkêf bi tevayî di bin avê
de bimîne. Wekû tê zanîn, yek ji bajarên
kevnare yên Kurdistanê jî, Hesenkêf e.
Li
gor hin çavkaniyan, di Çaxê Pêþî yê
Klasîkî de navê bajarê, Cepha (Cefa) bûye
û di belgeyên Konsîlê Khalkedonê (nuha
navê wê “Kadikoy“ e) de navê wî wekû
merkeza Metraniya (piskoposiya) Suryaniyan
derbas dibe. Li gor van çavkaniyan, di wê
deme de gellek dêr li herêma Hesenkêfê
hebûne. Bajar, dem dem ketiye destê
Ebbasiyan, Hemdaniyan, Merwaniyan û Artûkiyan;
herweha ji Artûkiyan re paytextî jî
kiriye. Ji ber ku gellek þikeftên ku ji
parastinê re musaît in li Hesenkêfê hebûne,
bajarî bala gellek hukumdaran kiþandiye
ser xwe. Hesenkêf, carekê ji alî Îlhaniyan
hatiye xerakirin jî. Di destpêka sedsala
16‘yan de demek ketiye destê Safewiyên
Iranî, lê ew desthilatdarî dirêj
neajotiye û di sala 1516‘an de bi
alikariya hin beg û serokeþîrên Kurdan,
Hesenkêf ketiye destê Osmaniyan. Dewleta
Tirkiyê jî, ji avabûna xwe,
desthilatdariya herême dewr girtiye.(10)
Notên
binî
1)
Ji bo þîrovekirinek berfireh û pirralî a
li ser GAP‘ê binêre:
Osman
Aytar, Kurdun Makûs Talihi ve Guneydogu
Anadolu Projesi, Medya Guneþi Yayinlari,
Istanbul, Kasim 1991
Di
þîrovekirin û binavkirina jêmayiyên
kulturî û dîrokî de tesîrên îdeolojiya
resmî û polîtîkayên dewleta Tirkiyê jî,
divê her dem bê hesabkirin.
2)
UNESCO-Mimarlar
Odasi, Kulturel Geliþmenin Dunya Onyili ve
Turkiye, E Yayinlari, Istanbul, Mart 1990,
r.22-24
GAP,
li ser xwezayiyê û jiyana miravan (wek mînak,
sebebbûna hin babetên nexweþiyan) jî hin
tesîrên neyînî (negatîf) dike. Ev aliyê
vê pirsê dikare bibe mijarê nivîseke
din.
3)
UNESCO-Mimarlar Odasi, r. 25-32
4)
UNESCO-Mimarlar Odasi, r. 77-85
5)
Ji bo kolînên þemsiyetepeyê (Di nav sînorên
gundê Bilaluþagi ku girêdayê qezaya
Elazigê, Baskilê ye) binêre: A.Muhibbe
Darga, þemsiyetepe 1979 Yili Çaliþmalari,
II.Kazi Sonuçlari Toplantisi (Ankara, 11-15
þubat 1980); A.M.Darga, þemsiyetepe
Kazilari 1981 Yili Çaliþmalari, IV. Kazi
Sonuçlari Toplantisi (Ankara, 8-12 þubat
1982); A.M.Darga, þemsiyetepe Kurtarma
Kazilari 1982 Yili Çaliþmalari, V.Kazi
Sonuçlari Toplantisi (Istanbul, 23-27 Mayis
1983); A.M.Darga, þemsiyetepe 1984 Yili
Kazi Çaliþmalari, VII.Kazi Sonuçlari
Toplantisi (Ankara, 20-24 Mayis 1985);
A.M.Darga, þemsiyetepe Kazilari 1985 Sezonu
Sonuçlari, VIII.Kazi Sonuçlari Toplantisi
(Ankara, 26-30 Mayis 1985)
6)
Ji bo kolînên Degirmentepeyê (Nêzê gundê
Imamli ku girêdayê Meletiyê ye) binêre:
Ufuk Esin, Degirmentepe Kazisi 1979, II.Kazi
Sonuçlari Toplantisi (Ankara, 11-15 þubat
1980); U.Esin-Savaþ Harmankaya, 1984
Degirmentepe (Malatya) Kurtarma Kazisi,
VII.Kazi Sonuçlari Toplantisi (Ankara,
20-24 Mayis 1985)
7)
Ji bo kolînên Koþkerbabayê (Nêzê gundê
Meydancik ku girêdayê Meletiyê ye) binêre:
Onder Bilgi, Koþkerbaba (Goçkerbaba) Hoyuk
1979 Yili Kazilari Sonuçlari, II Kazi Sonuçlari
Toplantisi (Ankara, 11- 15 þubat 1980);
O.Bilgi, Koþkerbaba Hoyuk 1981 Dênemi
Kazilari, IV. Kazi Sonuçlari Toplantisi
(Ankara, 8-12 þubat 1982); O.Bilgi, 1983
Donemi Malatya-Koþkerbaba Hoyuk Kurtarma
Kazilari, VI.Kazi Sonuçlari Toplantisi
(Izmir, 16-20 Nisan 1984)
8)
Ji bo kolînên Samsatê binêre: Nimet Ozguç,
Samsat 1984 Yili Kazilari, VII. Kazi Sonuçlari
Toplantisi (Ankara, 20-24 Mayis 1985);
N.Ozguç, Sumeysat Definesi, Belleten, Turk
Tarih Kurumu Yayini, Aralik 1985; Tahsin
Saatçi, Sumeysat Definesi Sikkeleri,
Belleten, Aralik 1985; A.Ahmet Tirpan,
Samosata Aþagi þehir Sur Duvarlari,
VIII.Kazi Sonuçlari Toplantisi (Ankara,
26-30 Eylul 1986)
Navê
Samsatê, berê Samosata bû, di dema Ereban
de navê Sumeysat girt.
9)
Yurt Ansiklopedisi, Cilt 1, r.241
10)
Islam Ansiklopedisi, Cilt 5, Kisim 1, Milli
Egitim Basimevi, Istanbul 1977, r.452-454