Bi
kevnewarên Kurdî yên li rex û rûyên
çemê Firadê
DÎROKA
ÎNSANIYETÊ JI NÛ VE TÊ NIVÎSANDIN
Roza
Dîlan
Armanc,
hejmar: 124, çileya paşîn 1992
Dîroka
medeniyetê bi Kurdan dest pê dike. Newala
Çorî wek yekem yê ku însaniyet ji
barbariyê derbasî jiyana akincî bûnê (xwecihiyê)
bûye, tê hesibandin.
Berî
ku sira bajêr bê zanîn wê di Gulana
1992'an de di bin ava "Baraja Ataturk"
de bimîne. Profesorê Elman Hautgman dibêje
"Eger li Ewrûpayê cihekî weha di bin
avê de bimaya wê xelk daketiban kolanan".
Hat
zanîn ku berî mîladê bi 8000 salan
Kurdan Xwedayên jin dehebandin, goþtê
berazan dixwarin.
"Pîrejina
li Newala Çorî xwecih, van rojên dawiyê
qet ji mabedê (îbadetxanê) dernakeve. Li
ber heykelê Xwedayê Bereketê ku
di formê jineke ducan de ye, lavelava wê ye,
jê dixwaze ku ji xelayê re çareyekê
peyda bike. Pîrejin dibêje: "Xwedana
min! Tu mezin î. Tu bereketê dixwazî. rê
li ber xelayê bigre! Nehêle ebdên te ji
birça bimrin!"
Ev
bûyera ku em pê bawer nabin, li gor
ProfesorHautgman û kolanên arkolojîk, di
navbera Sêwrek û Hîlwanê de li
Newala Çorî 8000 salan berî miladê perçeyek
ji jiyana rojane bû.
Bajarê
li Newala Çorî ku 1 km ji gundê Qantara
û 2 km. ji çemê Firad dû e, bi
serokatiya arkeologê Elman Prof. Harold
Hautgman û 20 arkeologên Elman piþtî
xebata 6 salan hat dîtin.
Prof.
Hautgman dide xuyakirin ku wî bi xwe li
Filistîn, Suriye, Bakurê Iraqê
(Kurdistan) û li Tirkiyê serokatiya kolanên
arkeolojîk kiriye "lê"
dibêje Prof. Haugtman "li
tu cihî tiþtên ku me li vir dîtin, weha
ez zendegirtî nehiþtime".
"Mabeda
ku mirovna zandegirtî dihêle"
Li
gor Prof. Harold Hautgman li gor wê demê
mabedeke pir mezin û muhteþem hatiye dîtin
ku mirov baweriyê bi çavên xwe nayne: "Zemîna
Mahedê bi mozaîkekê ku kevirê kisil jî
tê de, hatiye raxistin. Me bustek nîv
çûçik nîv zelam û heykelekî mezin ê
jinekê ku jê re 'Xwedana
Berketê' tê gotin, dîtin".
"Li
Newla Çorî li bin her kevirê berê ku me
radikir, me maskên van heykelan dîtin. Ji
bilî heykelên biçûk ên kevirîn, cara pêþî
em pêrgî heykelên mezin jî bûn. Ev jî
xuya dike ku li Newala Çorî sin'etê plastîk
çiqas pêþ ve çûyî bûye".
Şerê
qonaxên patriarkal-matriarkal
Li
gor tê gotin berî miladê bi 8000 salan li
Nawala Çorî qonaxa þerê serdestiya jin
û peyayan hatiye jiyîn.
Li
gor Prof. Hautgman hebûna busteke nîv
çûçik, nîv peya û hebûna heykelê
jineke ducan gleek tiþtan îfade dike:
"Her
wekî çinîn, kedîkirina nebat û anîna
zarokan, neçîrvanî hinge pir girîng bû.
Ji heykelên nîv çûçik-nîv peya xuya
dibe ku mirov û tabîet di nav zikê hev de
jiyane û dibe ku vê yekê jî perestineke
sihira nêçîrê ku mirov û heywan
gihandiye hev, peyda kiribe. Heykelê jina
ducan jî delîl e ku çinîn hîn jî wek
encama parkirina kar, giringiya xwe diparêze;
ji bo çinîn û nêçîrvaniyê pêwistî
bi zêdebûna mirovan heye û zarokanîn ji
xusûsiyeteke girîng a vê qonaxê ye".
Serdestiya
peyayan pêŞ dikeve
Li
Newala Çorî pîroziya jinê tê parastin,
lê bi nêçîrvaniyê pîroziya peyayan jî
dest pê dike. Prof. Hautgman dibêje:
"Hîngê ev herêm pir bi daristan bû
û li deverê hirç, gur, þêr piling,
panter, gakovî û xezal pir bûn. Peyayên
mirina xwe didan pêþ û nêçîrvanî
dikirin. Ez ji bere-bereserdestiya dide wan.
Di hestiyan peyayên ku me dîtin de gelek wîtamîna
A heye. Hestiyên serî pir qalind in. Ev jî
xuya dike ku ew pir goþtxwer bûn. Lê
hestiyên jinan ziravtir bûn".
Mirov
goştê berazan dixwîn
Prof.
Hautgman diyar dike ku li Newala Çorî
hejmareke mezin hestiyên berazên kovî û
berazên kedî kirî ditîne û li gor wî:
"Hingê mirovên li vêderê goþtê
berazan jî dixwar. Ez bawer dikim ji ber ku
goþtê berêz pir bi rûn e û gelek nexweþî
jê çêdibin, lewra jî paþê Îslamiyetê
xwarina wî qedexe kir".
Medeniyetê li
Newala Çorî dest pê kir
Li
gor Prof. Hautgman li Newala Çorî ji bilî
xaniyên ku merkeziyeta cî xuya dikin,
xaniyên wek depoyan jî hebûne û di gel
mabeda xwe Newala Çorî wek bajarekî
merkezî bûye: "Li hinek kevnewarên
biçûk ên li deverê jî me karê kolanê
domand. Newala Çorî wek paytextê wan e.
Mabeda mezin jî vê yekê xuya dike. Ka
misilman çawa ji çûna hecê diçin bajarê
xwe yê pîroz Mekke, hingê mirovên li derûdora
Firadê jî dijiyandihatin Newala Çorî. Lewra
jî medeniyet li vir dest bi pêþketina xwe
dike. Ji fosîlên genim, nîsk, nok, û ji
zirfindeqên ku me dîtin, diyar dibe ku kedîkirina
pêþî ya nebatan li Newala Çorî çêbûye.
Ango heta derecekê warê pêþî yê
medeniyetê Newala Çorî ye.
Şûna pez mirovan
dikin qurban
Li
maleke mezin, di gorekê de me kurekî
qurbankirî dît, dibêje Prof. Hautgman û
dom dike: "Dema ku em zanîn û tecrûbeyên
xwe yên ji kolanên li Iraq û Filistînê,
bi tiþtên li vir hatine dîtin zêde dikin,
em acêbgirtî namînin ku çawa mirov
hatine qurban kirin. Di
karê kolanê de em zêde rastî goran
nehatin. Lê li gor encema kolanên li dor
û bera çiyayên Zagros, hat zanîn ku berî
Mîladê di salên 7.000'an, 8.000'an de
dema daxwaz yan niyetek mirovan
bi cî dihat kurekî xwe ji Xwedayê
xwe re dikirin qurban.
Berî
vebûna perdeya li ser sira bajêr,
Newala Çorî, di bin avê de dimîne
Çima
mirovan terka Newala Çorî dane, heta nuha
jî neyê zanîn, û li gor Prof. Haugtman
bersîva vê pirsê kolanên arkeolojîk yên
devdirêj pêwîst dike. Bi ya Prof.
Haugtman dibe ku ji ber 3 sedema bajar
hatibe terkkirin.
Yekem;
yan, wekî ku ji navê cîh xuya ye (Newala
Çorî; Newala Nexweþiyan) bi guherîna
hewayê herêmê nexweþiyek peyda bûye,
piraniya mirovan mirine, yên mayî jî cîh
berdane.
Duyem;
yan herêm bûye qada þerekî mezin yê
serdestiya qonaxa patriarkal û matriarkal.
Sêyem;
yan jî mirovan cihine baþtir ji xwe
re dîtine û Newala Çorî têra wan
nekiriye, barkirine, çûne.
Lê
bajêr berî ku sira wî bê zanîn, di
Gulana 1992'an de di bin ava "Baraja
Ataturk" de dimîne. Prof. Haugtman li
ser vê yekê weha dibêje: "Eger ev
cihê ku ji þûnwarên Jeriche yên li
Filistînê jî kevintir û girîngtir li
welatekî Ewropî bûya, ji ber ku di bin avê
de nemîne wê mirov daketiban kuçe û
kolanan. Li pêþ çavên me dîrokek tê kuþtin.
Lê emê dîsa jî ji bo dirêjkirina emrê
bajêr, deverê bi qûmê binixumînin. Belkî
ji bo arkeologên bê, di bin avê de tiþtin
bimînin".
Wergera
ji tirkî bo kurmancî:
Remzî
Kerîm
|