Foruma Jîngeha Kurdî

 

BAJARÊ ANTÎK HESENKÊF
DI BIN TALÛKEYÊ DE YE

 

Osman Aytar  

Dewleta Tirkiyê dê dest bi avakirina Santrala Hîdroelektrîk û Bendava Ilisuyê ku beşek ji projeya GAPê(1) ye bike. Projeya Ilisuyê dê li ser ava Dîcleyê li Herêma Hesenkêfê(2) ava bibe û piştî Santral û Bendava Atatürkê santral û bendava herî mezin e.(3) Li gor plana îroyin, bajarê Hesenkêfê dê temamî di bin ava bendavê de bimîne.

Tirkiyê di sala 1996an de bi riya “yap-işlet-devret“ (çêke-birêvebibe-dewrke) xwest ku ji Ilisuyê re þirîkên navneteweyî bibîne. Konsorsiyûma ku ji þirketên Iswîçreyî, Sulzer Hydro û ABB (şîrketeke Swêdî-Îswîçreyî) pêk tê peyman çêkir. Hin şîrketên din jî, wekî nimûne Balfour Beattie ji Îngiltereyê, Impregilo ji Îtalyayê, Skanska ji Swêdê û Nurol, Kiska û Tekfen ji Tirkiye, wekî aliyên din dê di avakirinê de cih bigirtana. Paketa fînansmanê dê ji aliyê Banqeya Yekîtî ya Îswîçreyê (Union Bank of Switzerland-UBS) bihata organîzekirin. Lê şîrketan ji ber rewşa siyasî ya Kurdistana Bakur “garantiya rizîkoyê“ ji hukûmeta Îswîçreyê dixwestin. Parlamentoya Îswîçreyê jî di dawiya sala 1998an de ev garantî da şîrketan û bi vê biryarê pêvajoya avakirina Ilisuyê dest pê kir. Li gorî planan avakirin dê di nava 1999an de dest pê bikira û di nava 2006an de temam bibûya(4), lê ji ber hin problemên krediyên navneteweyî heya nuha jî avakirina bendavê dest pê nekiriye. 

Avakirina Ilisuyê jî wekî projeyên GAPê yên din, bêyî ku lêkolîneke bi rêk û pêk di derbarê tesîrên santral û bendavê de bê kirin dê dest pê bike. Herçend berdevkên dewletê dibêjin ku wan hin “lêkolîn“ çêkirine jî, li gor hin pivanên navneteweyî ku Tirkiye bixwe jî teref e, di vî warî de texrîbatên mezin dê bên holê.

Wekî proje, Santral û Bendava Ilisuyê ji destpêkê heta nuha di plan û programên di derbarê GAPê de cih digirt. Herweha ji destpêkê heta nuha jî eþkere bû ku ger ev proje li gor plan û programan bê çêkirin dê bajarekî wekî Hesenkêf di bin avê de bimîne. Dewletê biryara xwe ya ku di sala 1978an de Hesenkêf wekî warekî ku divê bê parastin îlan kiribû jî da aliyekî û ziddê wê tiþtan dike. Herçend demekî li Istenbulê ji bo xelaskirina Hesenkêfê komiteyek ava bû û nuha jî ji bo Hesenkêfê hin înîsiyatîf û hewldan hebin jî dewleta Tirkiyê guhdariya kesî nake. Bi navê parastina “tarîxa Tirkî“ be jî di 1991an de di rapora parlamentoya Tirkiyê ya di derbarê jîngehê(5) de hate xwestin ku Hesenkêf di bin ava Bendava Ilisuyê de nemîne, lê yên xwedî desthilat di planan de guhertin çê nekirin. Carcaran hin reaksiyonên ku ji gelê Hesenkêfê hatin jî tesîr li ser planan çê nekirin.

Rewş îro hatiye wê merheleyê ku êdî talûke di musteweya planan de nin e, hêdî hêdî dê derbasê jiyanê bibe û ger rê li ber neyê girtin ava Bendava Ilisuyê wê wekî hûtekî bajarê Hesenkêfê daqultine.(6) Bi navê “kolînên arkeolojîk ên xelaskirinê“ hin tiþt hatine kirin û hin teklîf hene ku jimayiyan ji cihên wan barbikin, lê ev gav û pêşniyar ji rastiya bûyerê pir dûr in. Çunkî bajar bixwe dê di bin avê de bimîne. Di vir de ji bo dewletê him berjewendiyên aborî him jî yên siyasî giring in, bi gotineke din di gel berjewendiyên aborî aliyekî mîrata Kurdistanî tê texribkirin, alîyekî din jî ava Kurdistanê li hember Suriyê û Îraqê tê bikaranîn. Ji bo þîrketên navneteweyî jî berjewendiyên aborî giring in. Ji bo vê yekê jî guh nadin hin prensîbên ku di peymanên navneteweyî de hene.

Wekî santral û bendavên din tesîrên projeya Ilisuyê yên li ser jiyana xwezayî û mirovî jî giring in. Lê ji ber ku min di nivîseke xwe ya din de ku bi sernivîsa “Di pratîka GAPê de giringiya pirsa jîngehê“ di hejmara 8an a Çirayê de hatibû weşandin, behsa van tesîran bi awayekî giştî kiribû û ew ji bo Santral û Bendava Hesenkêfê jî aktûel in,  li vir ez dê nekevin behsa pirsên weha.

Ji aliyê texrîbatên tesîrên avakirina santral û bendavan ên li ser mîrata tarîxî û kulturî, Hesenkêf dê nebe nimûneya yekemîn. Di avakirina hin santral û bendavên din de jî, wekî santral û bendavên Keban, Karakaya û Atatürk, hin bajar, gund, jêmayiyên tarîxî û kulturî di bi avê de man. Bajarekî wekî Samsatê û warê wekî Newala Çolî jî tê de gelek warên antîk di bin avê de mabûn.(7)

BAJAREKÎ ANTÎK, MUZEYEKE SERVEKIRÎ

Li vir êz dê bi dûrûdirêj behsa tarîxa Hesenkêfê nekim, ji xwe mebesta vê nivîsê jî ne ev e û ev dikare bibe mijara nivîseke din. Lê cardin jî ji bo ku musteweya talûkeya ku nuha li pêşiya Hesenkêfê ye bi xetên giştî bê fêmkirin pêwistî bi hin agahdariyan heye.

Hesenkêf bi mîrata xwe ya tarîxî û kulturî ne tenê di medeniyeta Kurdistanê de herweha ya di Mezopotamya û herêmê de jî xwediyê cihekî giring e. Hesenkêfî ji Asûriyan heta Kurdan ji gelek medeniyetan re malîtî, heta ji hinekan re paytextî kiriye.     

Li gor hin agahdariyan Hesenkêf xwediyê tarîxeke zêdeyî pênc hezar sal e. Di van pênc hezar salan de gelek medeniyet û kultur hatine, jiyane û li gor xwe mîratên giranbuha li dû xwe hîþtine. Bîzansî, Abbasî, Merwanî, Sasanî, Asûrî/Suryanî, Artûkî, Eyyubbî û Kurd ji van ên herî bi navûdeng in.(8)

Li gor Ansîklopediya Islamê di Çaxê Pêşî yê Klasîkî de navê bajêr Cepha (Cefa) bûye û di belgeyên Konsilê Khalkedonê (nuha navê wê “Kadiköy“e) de navê wî wekî merkeza Metraniya (piskoposiya) Suryaniyan derbas dibe. Di wê demê de gelek dêr li herêma Hesenkêfê hebûne. Hesenkêfî desthilatdariya Ebbasiyan, Hemdaniyan, Merwaniyan û Artûkiyan jiyaye û ji Artûkiyan re paytextî jî kiriye. Ji ber þikeftên xwe yên bi navûdeng ku ji bo parastinê cihên baþ bûne, her dem bala hukumdaran kiþandiye ser xwe. Hesenkêf carek ji aliyê Îlhaniyan hatiye wêrankirin. Herçend di destpêka sedsala 16an de ketiye destê Safewiyan jî, ew dem dirêj neajotiye û di sala 1516an de bi alîkariya hin beg û serokeşîrên Kurdan, Hesenkêf ketiye destê Osmaniyan.(9)

Li gor çavkaniyeke din berî desthilatdariya Îslamê, Hesenkêf di destê Bîzansiyan de bûye. Di pey desthilatdariyên Emewîyan, Ebbasiyan, Hemdaniyan û Artûkiyan, Hesenkêf di sala 1232yan de ketiye destê Eyyubiyên ku beþek ji berdewamiyên xanedaniya Selahaddin Eyyubi bûne. Herçend piþtî sala 1260î demek Moxalan, di navbera 1461-1482yan de Akkoyuniyan li herêmê desthilatdarî kiribe û texrîbatên mezin dabin herêmê jî heta sala 1524an desthilatdariya hukumdarên Eyyubiyan dewam kiriye. Piştî ku Osmaniyan li herêmê li gor berjewendiyên xwe sistemek daniye, Hesenkêf bûye qezayekî wîlayeta Diyarbekirê û giringiya xwe ya siyasî jî wenda kiriye.(10) Di demên dawî yên Osmaniyan de Hesenkêf êdî bajarekî ku girêdayî qezayê Midyatê bûye. Di dema komara Tirkiyê de jî heta sala 1990î Hesenkêfî ev statuya xwe domandiye û di 1990î de bûye qeza û bi wîlayeta Batmanê ve hatiye girêdan.(11)

Hesenkêf îro jî bi jêmayiyên pir û kela xwe yên bi navûdeng; bi jêmayiyên mizgef, qesr, tirb, zaviye, hemam û avahiyên xwe yên antîk, yanê bi kurtayî bi mîrata xwe ya tarîxî û kulturî wekî muzeyeke servekirî tê qebûlkirin. Ev çend wêneyên(12) ku em li vir diweşînin nîşanên wê yekê ne da ku mîratekî çawa nuha li ber talûkeyê ye. Herçend hin beşên jêmayiyên ku di wêneyên Albert Gabrielî (13) de hene nuha nemabin jî, Hesenkêf hîn jî wekî muzeyeke servekirî tê qebûlkirin.

Ji van Pira Hesenkêfê ku di dema xwe de bi navûdeng bûye, cara pêşîn di dema êrîşên Moxolan de xera bûye. Ji ber ku di hin çavkaniyan de pesnê vê pirê tê dayin û bi gotinên xweşik behsa wê tê kirin, wekî nimûne di Şerefnameya Şerefxanî û Cihannümaya Katîb Çelebî de, tê gotin ku piþtî êrîşên Moxolan Pira Hesenkêfê hatiye tamîrkirin, lê tarîxa xerakirin an jî xerabûyina vê pirê nayê zanîn. Tiþtek heye ku di dema seyeheta General Moltkeyê(14) de Pira Hesenkêfê li ser ligan nebûye. Gabrielî di sala 1932yan de di rismekî temsîlî de cihên hilweþiyayî yên pirê temam kirine.(15)

HESENKÊF DIVÊ BÊ XELASKIRIN

Di vê pirsa Hesenkêfê de jî careke din derket holê ku di vî warî de berê herkesî divê Kurd bixwe, bi partî, rêxistin, komel, waqif û saziyên din ên xwe xwediyê helwesteke eþkere û aktîf bin. Parastina jiyana xwezayî û mirovî, parastina mîrata tarîxî û kulturî di gelek peymanên navneteweyî de pir bi zelalî hatiye îfadekirin ku Tirkiye bixwe jî di beþek mezin ên wan de þirîk e divê êdî bibe beşek ji karûbarê rojane û dûrûdirêj.

Dikare bê gotin ku li Kurdistanê tu garantiya jiyana mirov tuneye, Kurd bixwe ji hemû maf û azadiyên neteweyî û demokratîk bêpar in. Ev rast e û li gor baweriya min pirsên mîrata tarîxî û kulturî, pirsên parastina jiyana xwezayî û mirovî jî bi vê rewþê ve girêdayî ne. Pirs û pirsgirêkên weha, riyên çareserkirina van ne li hember hev in, ne jî alternatîfê hev in; ew hevûdû temam dikin.

Ji ber vê yekê jî bi helwest û hewldana ji bo Hesenkêfê divê di vî warî de rûpeleke nû bê vekirin. Tû hedef û karûbarê siyasî, desena çalakiyên rojane û berjewendiyên partîtî, grûbî û þexsî divê nebe asteng ku di vî warî de vatînî û berpirsiyarî neyên bicihanîn.

Bûyer û pirs eþkere ye. Gelek tişt di bin avên bendavên Kebanê, Karakayayê û Atatürkê de man. Nuha jî Hesenkêf li ber talûkeyeke mezin e. Li gor planan li herêmên din jî talûkeyên weha dê derkevin pêþiya me. Ji bo vê yekê jî xelaskirina Hesenkêfê dê eslê xwe de ne tenê bi wê ve sînorkirî be, dê bikaribe bi xwe re encamekî wusa bine ku dewleta Tirkiyê û hin þîrketên navneteweyî nikaribin bi vê rehetiyê bi mîrata me ya tarîxî û kulturî bileyizin, wê qetil bikin û jiyana xwezayî û mirovî ya li Kurdistanê bixin bin talûkeyên mezin.

 

JÊRENOT:

1)Güneydoğu Anadolu Projesi - GAP (Projeya Anadoluya Başûrê Rojhilat), ji aliyê dewleta Tirkiyê li Kurdistana Bakur li ser avên Ferat û Dîcleyê tê avakirin. Li gor planên resmî GAP ji 22 bendav û 19 santralên elektrîkê pêk tê.

2) Ji bo navê Hesenkêfê binavkirinên cuda hene. Min li vir ew binavkirina ku di warê navneteweyî de jî hatiye belavbûn bi kar anî, lê ez di vê binavkirinê de ne bi israr im.

3) Li gor planan ji Santral û Bendava Ilisuyê dê salê 3 milyar û 830 milyon kîlowattseat enerjî bê bidestxistin.

4) Ongan, Ali, “Isviçre de GAP‘a Ortak Oldu“, Özgür Politika, 3 Aralık 1998, Almanya; dokumenteke agahdariyê ji grûbeke Iswîçreyê ya bi navê Berne Declaration, November 1998.

Li gorî bangeke rêxistina Friends of the Earth (March 1999), hukûmeta Îngiltereyê jî piþtgiriya xwe daye þîrketa Îngilîz a ku dê di avakirina Ilisuyê de cih bigre. Nuha û di pêvajoya avakirinê de mumkun e ku hin þîrketên welatên din jî beþdarî karûbarê avakirinê bibin.

5) Somersan, Semra (1993), Türkiye‘de Çevre ve Siyaset, Istanbul: Metis Yayınları, rûpel 237-238

6) Li gor hin agahdariyan, beyî bajarê Hesenkêfê, 67 nehîye, gund û mezra jî dê bên avê de bimînin.

7) Ji bo agahdariyên berfireh ên derbarê xesaretên projeyên GAP‘ê ên li ser mîrata kulturî û tarîxî binêre: Aytar, Osman (1995), “GAP û Mîrata Kulturî“, Çira, hejmar 1, adar 1995, Stockholm, rûpel 81-86; Aytar, Osman (1991), Kürdün Makûs Talihi ve Güneydoğu Anadolu Projesi, Istanbul: Medya Güneşi Yayınları

8) Somersan, 1993:238

9) Islam Ansiklopedisi, Cilt 5, Kþsþm 1, Milli E¤itim Basimevi, Istanbul 1977, rûpel 452-454

10) Pêvajoya ku di encamê de nemana giringiya siyasî ya Hesenkêfê bi xwe re tîne, ji gelek aliyan balkêş e û ew di Şerefnameya Şerefxanî de weha tê behskirin: Piştî ku Osmanî Hesenkêf jî tê de li herêmê desthilatdariya xwe pêk tînin jî hukumdarên ji Eyyubiyan li Hesenkêfê desthilatdariya xwe didomînin. Piştî mirina Melik Xelîl, kurê wî Melîk Husên tê li ser hukum û ew du birayên xwe digre davêje hepsê, birayekî wî yê din, Melîk Silêman jî direve diçe ba Begêbegan ê Diyarbekirê Husrev Paþa û ji wî alîkarî dixwaze. Husrev Paþa, gazî Melik Husên û herdu birayên wî yên girtî dike û li Diyarbekirê biryara kuştina Melîk Husên dide û hukumdariya Hesenkêfê jî teslîmî Melîk Silêman dike. Lê piştî wê jî di nava birayan de problem dom dikin. Qebîle û eşîrên herêma Hesenkêfê jî ji ber kuştina Melîk Husên ji Melîk Silêman nefret dikin û li hember wî dest bi mixalefetê dikin. Ji ber sedemên weha Melîk Silêman ditirse û diçe Diyarbekirê, kilîtên Kela Hesenkêfê teslîmî Husrev Paşa dike û hukumdariya eyaleteke din ji wî dixwaze. Bi emrê Sultan Silêmanê Osmanî, berpirsiyariya Ruhayê didin Melîk Silêman (Şerefhan, 1990, Şerefname - Kürt Tarihi, Istanbul: Hasat Yayınları, rûpel 184-186). Piştî vê buyerê êdî giringiya siyasî ya Hesenkêfî namîne û wekî qezayek di sîstema îdarî ya Osmaniyan de cihê xwe digre.    

11) Zengin, Burhan (1994), Hasankeyf Tarihi ve Tarihi Eserleri, Ankara, rûpel 22-74. Li gor jimara 1990‘î nufûsa Hesenkêfê 4 399 e. Hesenkêf ji Diyarbekirê 110 kîlometer, ji Cizîrê jî 85 kîlometer dûr e.

12) Di gel ku kopiyeyên wêneyên Gabriel ba min jî hebûn û min çend hebên wan di pirtûka xwe ya li ser GAP‘e (1991) de weşandibûn jî, ji ber ku kopiyeyên wan ên ku di kitêba Zengin (1994) de hebûn hîn baştir bûn, min ew kopiye bikaranîn. Wêneyekî jî min ji xanim Nedret Bilici girt ku bixwe îsal çûye Hesenkêfê. Ji ber vê wêneya herî teze ez spasiya wê dikim.    

13) Albert Gabriel, arkeolog û dîrokzanê senatê ye. Gabriel, li ser Hesenkêfê xwediyê xebateke berfireh e û di gelek lêkolînan de wekî çavkaniyeke giring tê qebûlkirin. Gabrielî xebata xwe ya ku li ser Hesenkêfê di sala 1932yan de kiriye, di sala 1940î de li Parisê bi navê Voyages Archeologique Dans la Turquie Orientale wekî kitêb çap kiriye.   

14) Moltke di nameya xwe ya ku di 1‘ê Gulana 1838‘an de li Cizîrê li kêleka ava Dîcleyê nivîsandiye behsa Hesenkêfê jî dike. Moltke behsa xerabûyin û texrîbbûna bajarê kevn dike û herçend pir bi temamî li ser lingan nemabe jî pesnê Pira Hesenkêfê dide (Moltke, Feldmareþal H.von, 1969, Türkiye Mektupları, Istanbul: Remzi Kitabevi, rûpel 167-168).

15) Aslankara, M.Sadik, “Dicle Kıyısında Bir Taşbaskısı“, Cumhuriyet Dergi, Nisan 1995 (jimara destpêka mehê), Istanbul, rûpel 16-17

 

  TÊBÎNÎ: Ev nivîs, cara pêşîn di hejmara17yan (havîn 1999) a kovara Çirayê de hatiye weşandin. Naverok nuha jî bi awayekî giştî hîn jî aktûel e. Li vir carek din weşandina vê nivîsê de tenê ji aliyê agahdariya tarîxa plankirî ya derbarê avakirinê de hin guharandinên biçûk hatin çê kirin. Ev agahdarî jî, ji ber hin problemên derbarê krediyên navneteweyî, hîn jî destpênekirina avakirina bendava Ilisuyê ye (13.10.2000).

 

 

Vegere destpêkê

 

Editor:
Osman Aytar

Kurdforum:
E-mail

 


Ev rûpel, herî baş bi
Microsoft Explorer 5.0
û yên piştî wê ve dikare bê dîtin.


Destpêkirin:
16.10.2000