PêŞveçûna
xweragir û jîngeh
-
di
pratîka tesîrên GAP‘ê de
Osman
Aytar
1.
Destpêk
Şiyarbûna derbarê pirsa jîngehê, wekî bûyereke
giştî, li tevayiya dinyayê bûyereke nû
ye, bûyereke 20-30 salên dawîn e. Herweha
tevgerên ku ev pirs kirin navenda armancên
xwe û li ser vê zemînê xebata xwe bi
dezgehên modern meþandin jî ne xwediyên
dîrokeke dûr û dirêj in.
Berê pirsa jîngehê gelek caran bi pirsên
polîtîk û civakî ve girêdayî
dihat rojevê, lê mixabin pirî
caran di nav van munaqeþeyan de pirsa jîngehê
girîngiya xwe wenda dikir. Pêvajoya pêþveçûna
endustriyê ku di destpêkê de bi xwe re
gelek îmkanên baş ji mirovayetiyê re
anîn
jî dibû sebebek ku çirûskên ku di
derbarê þiyarbûna jîngehê de hebûn
nebin bi qewet.
Bêşik hin sebebên vê yekê jî hene. Wekî
tê zanîn texrîbkirina jîngehê jî wekî
hin texrîbatên din bi giranî girêdayê
balansa qewetê bûye. Wexta ku mirov li
hember xwezayê ne xwediyê qeweteke berbiçav
bûn, bivê nevê çerçeweya texrîbatan jî
bi vê qewetê ve girêdayî, sînorkirî bû.
Bi pêşveçûna endustrî û teknolojiyê
mirov bûn xwediyên qeweta mezin û li gor
berjewendiyên xwe qeweta xwe wekî li dijî
hemcinsên xwe, li dijî xwezayê jî hîn
bi sîstematîk û plankirî bikaranîn.
Elektrîk, riyên asfalt, pirên beton,
avdana bi teknîkên nû, fabrîqe, dermanên
kîmyewî, îhtiyaciyên rojane yên din di
destpêkê de hîn cazîb bûn, li gel ku bi
xwe re di gelek waran de rehetî anîna ji
bo mirovan, texrîbatên tiştên weha yên
li ser jîngehê hîn sînyalên talûkeyê
nedabûn, yan jî yên ku hebûn nedihatin dîtin.
Lê wexta hate ferqkirin ku texrîbatên mezin
li ser nebatan, heywanan, kalîteya avê,
berhemdariya axê hatine kirin û hin nexweşî
jî encamên texrîbatên weha ne, pirsa jîngehê
bû yek ji mijarên munaqeþeyên rojane.
Wexta bi navên “tevgerên keskan“ û
“parastvanên jîngehê“ hin kes û grûb
derketin dengê xwe bilind kirin,
berpirsiyarên dewletan û sermayedaran
tevgerên weha sûcdar kirin û gotin “hûn
pêşveçûnê naxwazin“.
Divê mirov bibêje ku di destpêkê de îthamên
weha ji aliyê piraniya mirovan jî dihatin
qebûlkirin. Çunkî mijar ji hesabên biçûk
û îstismaran re vekirî bû. Lê ev pêvajo
dirêj ne ajot û pirs bû pirseke bingehîn
a munaqeþeyên pêşveçûnê. Gerçî nuha
jî hin îthamên berpirsiyarên dewletan û
sermayedaran dom dikin, lê ne wekî berê
ne.
Çunkî êdî bê
şik e ku texrîbatên vî
warî li ser jiyana mirovan xwediyê tesîrên
mezin in. Ji gelek aliyan tê îfadekirin ku,
wekî ya jiyana çûyî ya îroyin û pêşerojê
jî bi balansa ekolojiyê ve rasterast girêdayî
ye. Di çerxa ekolojiyê de her tişt xwediyê
fonksiyonekê ye, hindik an zêde têkilî
di navbera wan de heye û guherandinên ku
di vî warî de dibin, tesîr li ser unsûrên
din jî dikin.
Li Kurdistanê
şiyarbûna derbarê pirsa jîngehê
him gelek nû ye, him jî hîn gelek zeîf
e. Lê pêvajoya texrîbkirina jîngehê her
berdewam e. Mînakên texrîbkirinan zêde
ne. Wekî mînak, þerê piralî yê ku
dewleta tirk li welatê kurdan meþand û
hîn jî bi hin aliyan ve dimeşîne,
ne tenê li hember mirovê kurd herweha li
dijî jîngehê texrîbatên mezin bi xwe re
anî û tîne. Hema xerakirin û şewitandina
bi hezaran gundan, þewitandina daristanan,
bikaranîna bombeyên bi babet babet bi serê
xwe texrîbatên mezin dikin.
Projeya Anadoliya
Başûrê Rojhilat (GAP) jî
yek ji wan bûyeran e ku ji gelek aliyan ve
li ser jîngeha(1) Kurdistanê tesîrên
nebaþ dike û dê bike. Bê şik tesîrên
nebaþ ên GAP‘ê yên din jî hene, mîsalen
ên li ser jîngeha kulturî û tarîxî.(2)
Wexta mirov ji bin tesîrên propagandayên
dewletê yên bi demagojî û derewan
xemilandî dûr bikeve, wê wextê dê hin
aliyên GAP‘ê ku ji feydeyê pirtir dê
ziraran bînin, hîn baþ xwanê bibin.(3)
Avabûna hin bendav û santralên elektrîkê,
avdana erdan, bi întensîvî bikaranîna
dermanên kîmyewî dê tesîr li ser xwezayê
(kalîteya erd, cûreyên heywan û babetên
nebatan û hwd.) û siheta mirovan bikin.
Wexta mirov ji aliyê teknîkî li pirsê
binêre, ne pir ecêb e ku hin guherandin
çêbibin, lê wexta ev guherandin bi gelek
aliyên xwe ve bi talûkeyan tijî bin, wê
çaxê divê mirov li ser pirsê hîn hesas
bisekine. Di vir de zanîn û giringî
dayina pirsa jîngehê tê pêşiya me.
Ji ber van hemû
sebeban tesîrên GAP‘ê yên li ser jîngehê
divê ji nuha de bên þirovekirin û li gor
van helwest bê sitendin. Di vê nivîsê de
ez dê di bin ronahiya hin tecrûbeyên
navneteweyî û hin perspektîfên pêşveçûnê
de li ser hin tesîrên GAP‘ê yên li ser
jîngehê bisekinim.
2.
PÊWistiya nêrîneke nû li ser
pêŞveçûnê
Di warî pêþveçûnê de li tevayiya dinyayê
munaqeşe tên kirin. Wusa bûye ku hema
hema di her platformên li ser pêşveçûnê
de ev pirs bi awayekê tê rojevê. Lê çi
mixabin dewleta Tirkiyê, guh nade peyman û
pîvanên navneteweyî. Ger bixwe îmzekiribe
jî, ji bo wê ne girîng e û li gor
berjewendiyên xwe yên demdemî, dikare van
hemûyan bigre bin lingan. Hela wexta pirs
dibe pirsa Kurd û Kurdistanê, bêberpirsiyartî
hîn zêde dibe.
Pêwistiyên peymana ku bi navê “Dehsaliya
Dinyayê ya Geþbûna Kulturî
(1988-1997)“ tê nasîn, li gel hemû
rexneyan jî li Tirkiyeyê nehatin bicihanîn.(4)
Stratejiya ku bi navê pêşveçûna
xweragir(5) te nasîn, îro hema hema di
hemû dokument û peymanên elaqeder de tê
ziman. Ev, di warê pêşveçûnê de nêrîneke
nû ye. Pêwistiyên wê dê çuqas bên
bicihanîn û têkiliyên wê yên bi sîstemên
cuda çi ne, ev munaqeşeyeke din e, lê wekî
stratejî îro pir aktuel e.
Çi ye pêşveçûna
xweragir?
Tarîf, ji aliyê Komisyona
Dinyayê ji bo Jîngeh û Pêşveçûnê
ku di bin siya Neteweyên Yekbûyî (NY)
hatibû amadekirin —ku bi navê Komisyona
Brundtlandê(6) jî tê nasîn—, hate
sîstematîzekirin û di sala 1987‘an de
di rapora vê komisyonê ku navê wê Pêşeroja
me ya hevbeþ bû de hate belavkirin. Li
gor vê raporê pêşveçûna xweragir ev e:
“Pêşveçûneke ku îhtiyaciyên îroyin
bicih tîne, beyê ku îmkanên bicihanîna
îhtiyaciyên qirnên pêşerojê bixe bin
talûkeyê.“ (7)
Di konferansa duyem(8) a li ser jîngeh û
pêşveçûnê
ku ji aliyê NY, di meha Hezîrana
1992‘yan de li Brezîlyayê li bajarê Rio
de Janerioyê bi navê “Konferansa
li ser Jîngeh û Pêşveçûna Neteweyên
Yekbûyî“ hatibû çêkirin, li gel
hin dokumentên din bi navê Agenda
21 programeke çalakiyan hate qebûlkirin.
NY di kombûna xwe ya giştî ya Çileya Pêþîn
a 1992‘yan de bê þerh (reservasiyon) bi
temamî tesdîq kir. Di Agenda 21‘ê de li
ser pêşveçûn û jîngehê gelek tişt
hene. Taybetî jî beþa heþtem ku li ser
di prosesa biryargirtina program, plan û
projeyan de integrekirina jîngeh û pêşveçûnê
ye, ji bo projeyên wekî GAP‘ê hin nêrînên
maqûl derdixîne pêþ. Têkiliyên jîngeh
û pêşveçûnê û di van pêvajoyan de
beşdarbûna
raya giştî, bi awayekî aşkere tê ziman.
Yek ji dokumentên Rioyê jî "Deklerasyona
Rioyê" ye. Ev deklerasyon bi
awayekî çerçeweya Agenda 21 û dokumentên
din tespît dike. Deklerasyon ji 27 prensîban
pêk tê û her çend hinekên van bi temamî
bi ser hevdu neçin jî, di van de têkiliyên
mirov, pêşveçûn, jîngeh bi gelek aliyan
tên ziman. Prensîba 23‘yan ji bo rewþa
Kurdan xwediyê perspektîfeke baþ e. Li
gor vê prensîbê, "jîngeh û
dewlemendiyên xwezayê yên ku aîdê gelê
ku di bin zilm, bindestî û îşgalê de ye,
dê bên parastin". (9) .
Ji bo þirovekirin û konkretkirina
pêşveçûna
xweragir gelek hewldan hene. Gelo kîjan
faktor girîng in ji bo pêşveçûneke weha
û ew divê çawa bên guherandin? Her çend
maqûlbûna faktoran li gorî welat û dem
dikare bê guhertin jî, lê cardin mirov
dikare ji þirove û pêşniyaran hin prensîbên
giştî derxîne.
Li gor lêkolînekê, ev faktor han girîng in
û tesîr li ser hevdu dikin: Ekonomî,
dijberiyên leþkerî, teknîk, zanîn, motîvasyon,
demokrasî, nifûs, stîla jiyanê, tiştbikaranîna
(konsumsiyon) materyalî û parvekirin. (10)
.
Li gor lêkolîneke din çar þertên bingehîn
(sîstemî) pêwist in ji bo pêşveçûneke
weha:
- Bi titîzî bikaranîna maddeyên ku ji axê
tên derxistin.
- Bi titîzî bikaranîna maddeyên ku ji
aliyê mirovan bixwe hatine çêkirin.
- Bi titîzî bikaranîna xwezayê û
parastina cûreyên heywanan û babetên
nebatan.
- Bi awayekî effektif û bi edelat bikaranîn
û belavkirina dewlemendiyên xwezayî. (11)
.
Wexta mirov bi van
perspektîfên ku piraniya wan bi riya
peymanên navneteweyî ji aliyê Tirkiyeyê
jî hatine qebûlkirin, li GAP‘ê û
projeyên wekî wê binêre, ew dikarin di
derbarê bêserûberî û potensiyela talûkeyên
mezîn ên ku di vî warî de hene, alîkar
bin ku tabloyeke derkeve yan jî baweriyeke
giştî çêbe.
3.Li
dinyayê hin problemên bendav û santralan
4.
Lêkolîna derbarê tesîrên li ser
jîngehê
5.
Tesîrên GAP'ê yên li ser xwezayê û
jiyana mirovan
6.
Çi pêwist e?