3.
Li dinyayê hin problemên bendav û
santralan
Li dinyayê jî problemên ku ji bendav û
santralên mezin çêdibin gelek in û ev
dibin sebebên reaksiyonan. Li hin welatan,
wekî mîsal li Swêdê, li Norwecê, li
Fransayê, li Awustralyayê, li Amerîkayê
(12), li Macarîstanê(13), ji ber reaksiyonên
xelkê hukûmat mecbûr mane ku dev ji
avakirina bendav û santralên elektrîkê
berdin.
Di lêkolîneke derbarê tesîrên civakî û
jîngehî yên bendavên mezin de, problemên
vî warî di du grûban de hatine civandin:
Problemên
berê avakirin û avgirtina bendavan:
- Ji cihê avakirinê barkirina mirovan û di
cihên nû de bicihbûna wan.
- Texrîbatên war û taybetiyên civakî û
kulturî.
- Texrîbkirina xwezayê.
Problemên
piþtî avgirtina bendavan:
- Erdên çandiniyê ku di bin avê de
dimînin.
- Daristanên ku di bin avê de dimînin.
- Texrîbatên li ser jiyana kuvî.
- Kêmbûna maddeyên baþ ku bi herikandina
avê li xwezayê belav dibin.
- Kêmbûna avê.
- Zêdebûna nexweþiyên tropîkal û
subtropîkal.
- Zêdebûna erozyonê.
- Ji ber baþ neavakirina bendavan zirarên
ku ji zelzeleyan tên.
- Problemên kontrolkirina avê.
- Çolbûn û bixwêbûna axê.(14) .
Worldwatch
Institute (WRI) ku rêxistinek li ser jîngehê
gelek karan dike, di raporên xwe de her dem
behsa hin tesîr û encamên bendav û
santralên elektrîkê dike. Wekî mîsal,
li Afrîkayê Gola Viktoriayê ji ber sebebên
weha zirareke mezin dîtiye. % 60‘ê cûreyên
masîyan wenda bûne. Herweha hin noqteyên
ku li ser ava Mîssîsîpî ji bo
kontrolkirina lehîyan avabûne, bi xwe re
hin talûkeyên hîn mezin anîne.(15)
Li þîlîyê li ser Ava Biobioyê avakirina
Bendava Pangue ji gelek aliyan tê
rexnekirin. Rêxistinên herêmê di wê
baweriyê de ne ku lêkolîneke baþ li ser
tesîrên projeyê nehatiye kirin û proje dê
di warên civakî, kulturî, ekolojî û
ekonomiyê de xesaretên mezin bîne. Rêxistinên
elaqeder ên dewletên Swêd û Norwecê(16)
alîkariya vê projeyê dikin. Herçend
Norada Norwecê, di destpêkê de ji ber
sebeba tesîrên muhtemel ên li ser jîngehê
alîkariya projeyê nekir jî, dû re wê jî
biryara xwe guhert û alîkariya projeyê
kir.(17)
Li Malezyayê li ser Ava Rejang avakirina
projeya (Bakun Hydroelectric Project) ku beþek
jê dê ji aliyê þîrketa ABB bê avakirin,
ji gelek aliyan tê rexne kirin. Hetta
dadgeheke Malezyayî biryar da ku avakirina
projeyê dijî qanûna jîngehê ye, lê
berpirsên dewleta Malezyayê dev ji
avakirinê ber nadin. Li gor agahdariyên
Komeleya Parastina Xwezayê ya Swêd ji 5
gelan nêzî 7 000 kes dê mecbûr bimînin
ku bar bikin. Nêzî 69 000 hektar daristan
dê bê birîn. Li gor International Rivers
Networkê ji 90‘î zêdetir cûreyên
heywan û babetên nebatan dê zirarên
mezin bibînin. Ji ber vê yekê di warê
navneteweyî de li dijî þîrketa ABB‘yê
kampanyayeke mezin heye.(18)
Li Çînê jî Bendava Sanxiayê ku li ser Ava
Yangtseyê tê avakirin bi tundî tê
rexnekirin. Mahkemeya Avê ya Navneteweyî
ku li Rotterdamê ye, bala hukûmeta Çînê
dikþîne ku bi avakirina vê bendavê dê
gelek riskên mezin li ser xwezayê û
jiyana sosyo-ekonomîk çêbibin. Amerîka,
Japonya, Almanya û Kanada li dijî
avakirina vê bendavê ne û naxwazin þîrketên
wan jî di karê avakirinê de cih bigrin.
Li gor agahdariyên hukûmeta Çînê, nêzî
1,8 milyon mirov dê ji herêma bendavê bar
bikin. Bi hezaran gund û 104 bajarên biçûk
dê bin avê de bimînin. (19)
Hin encamên ku li herêmên
Kalîforniyayê,
Assûanê û gola Aralê hatin holê, ji bo
GAP‘ê jî balkêþ in û divê ji van
encaman hin ders bên girtin. Çunkî ne dûr
e ku li herêma GAP‘ê jî hin encamên
wekî yên wan bên holê.
Li Amerîkayê li Kalîforniyayê avdan berê
avakirina bendavan dest pê kir. Di sala
1910‘an de dest bi avdana 200 hezar hektarî
erd hate kirin. Ji ber ku di warê drenaja kûr
û sererû tedbîr nehatibûn sitendin, bixwêbûna
axê bû sebebê gelek problemên
çandiniyê.
Li vê herêmê di her avdanê de ji
hektarekî erd re 800 kîlo xwê hate dayin
û ev jî bû sebeb ku li piraniya vê herêmê
nema çandinî bê kirin. (20)
Piþtî avakirina bendavan jî problem zêde
bûn.
Di sala 1935‘î de qedandina Bendava
Hooverê bi îddiayên mezin hate parastin.
Piþtre bendavên din li dû hevdu rêz bûn:
Bendava Parker, Bendava Imperyal, Bendava
Davis, Bendava Laguna, Bendava Palo û hwd.
Çi mezin çi biçûk, hema tenê li herêma
Kalîforniyayê 27 bendav hatin avakirin. Li
herêma Kaliforniyayê binavkirina herêma
ku plantasyonên mezin lê hebûn ne tesadufî
bû. Gotina “imperial“ ji bo cezbkirina
dewlemendan û îfadekirina armancên wan
hatibû bikaranîn. Lê xwezayê bersîva
xwe bi bixwêkirina axê da. Di salên
1950‘î de ev talûke li ber çavan bû.
Zirar bi vê jî nema û bi riya ava
Coloradoyê xesaret gihiþt Meksîkayê jî.
Ava bixwê zirareke mezin li gundiyên Meksîkayê
da. Ji ber vê yekê hukûmeta Meksîkayê
di dawiya 1961‘î de Amerîka protesto
kir. Li pey protestoyan Amerîka mecbûr ma
ku ji bo li erdên Meksikayê kêmkirina xwêyê
çend sed milyon dolar serf bike. Texrîbatên
bendavan her ku çûn hîn zêde derketin
holê.(21)
Yek ji mîsalên li ser problemên ku ji ber
plan û programên çewt derdikevin, Bendava
Assûanê ye. Ev bendav jî wekî yên din
bi propagandayên mezin hate avakirin. Wusa
dihat nîþandan ku bi avakirina Assuanê dê
Misir bibûya “cennet“. Rast e bendavê
bi xwe re hin imkan ji çandiniyê re anî
û ev ji bo welatekî wekî Misirê ku erdên
çol û bêav zêde ne, destpêka hêviyeke
nû bû. Lê pir neçû, encamên negatîf
xwe nîþan dan: Çolbûn, bixwêbûna
axê, zêdebûna hin nexweþiyan, texrîbatên
li ser xwezayê û hwd. Projeya ku bi îddiayên
mezin hatibû çêkirin, wusa encamên xerab
jî anîbû ku piþtî çend salan ji devê
Wezîrê Çandinî yê Misirê, Sayed Marei
êdî feryad û figan dihat ziman. Çend sal
þûnde, Serokkomarê Misirê jî di
kongreyeke ilmî de
bangî beþdarên civînê kiribû ku,
ew bi zanîn û tecrûbeyên xwe alikariya
Misirê bikin da ku Misir bikaribe hin
problemên ku ji ber Bendava Assuanê heta
sala 2000 dikarin bên pêþ, çareser bike.(22)
Li Yekîtiya Sovyeta
berê li herêma Gola Aralê jî, ji ber hin
plan û programên çewt an jî baþ lênefikirî
hin encamên ku mirov dikare bi gotina
“felaket“ îfade bike, hatin holê. Ji
bo avdana erdên pemboyê her tiþt hate
kirin, hetta riyên herikandina avan hatin
guhertin. Ji avên Amu Derya û Sari Derya,
du qenalên mezin (yek ji wan 300 kîlometre
ye, yan din 1100 kîlometre ye) hatin
avakirin. Encam çi
bû? Gola ku berê
di nav golên mezin ên dinyayê de gola çarem
bû, di navbera salên 1960-1992‘yan de
weha lê qewimiye: Sehaya wê % 50 kêm bû.
% 73‘yê kapasîteya wê wenda bû. Serê lîtreyê
bixwêbûna avê ji 10 graman derket 37
graman. Masî neman. Erd û sîstema avdana
derûdora golê, ji ber xwêya beþê hiþkbûyî
yê golê xera bû. Îro 4 milyon mirovên
ku li nêzî golê dijîn, di rewþeke
katastrofî de ne û mecbûr dimînin ku ava
ku bi xwê û dermanên kîmyewî hatiye
xerakirin vexwin. Her ku kalîteya avê kêm
bû, giranî dan dermanên kîmyewî.
Ji ber sebebên weha nexweþî zêde
bûn. Wekî mînak, li herêmê mirina
zarokan çar car ji yên herêmên din zêde
ye. Ji bo xelaskirina Aralê, yên
navneteweyî jî tê de hin helwdan hene, lê
ew dê çi encam bidin ne bellî ye.(23)