Foruma Jîngeha Kurdî

 

4. Lêkolîna derbarê tesîrên li ser jîngehê

 

Îro hema hema di hemû peymanên navneteweyî yên ku li ser pêþveçûnê ne, behsa têkiliyên pêþveçûnê û jîngehê tên kirin. Pêwistiya Lêkolina derbarê tesîrên li ser jîngehê(LTJ)(24) di vê çerçeweyê de tê rojevê û hêdî hêdî dibe mecbûriyeteke qanûnî ya welatan.(25) Her çend carnan li ser navê "lêkolîn"ê dikarin projeyên ku di eslê xwe de çewt in an jî kêmasiyên wan hene, bên parastin jî, wek metod û pêwistî LTJ mekanîzmayeke maqûl e.

 

4.1 ÇI YE LTJ

Ji ber ku li ser LTJ‘yê, taybetî jî di salên dawîn de gelek tiþt tên gotin û di tarîfkirinê de hin tiþtên cuda hene, zehmet e behsa formulekî standard bê kirin. Lê cardin jî di tarîfan de hin tiþtên hevbeþ hene û mirov dikare ji wan hin xetên giþtî derxîne.

Di lêkolîneke berfireh ku li ser LTJ‘yê hatiye kirin de, ji bo ku þertên LTJ‘yê bên bicihanîn, ev þeþ pîvan tên pêþniyarkirin:

- Bingeha biryarê.
- Encamê ku tê payin.
- Beyê ku encam biguhere, alternatîfên ku dikarin bên bikaranîn.
- Tesîrên li ser jîngehê, tedbîrên ku tên fikirandin û alternatîfên wan.
- Ji bo ku mirov bikaribe tesîrên pozîtîf û negatîf bide berhev, zanîna giringiya tesîrên li ser jîngehê.
- Kontrola raya giþtî û kesên elaqeder.(26)

Li gor lêkolîneke hukûmeta Swêdê jî, LTJ li aliyekî prosedor e, li aliyekî din jî dokument e. Di LTJ‘yê de divê bê diyarkirin ku çi dê çêbe, ew dê çi tesîran li ser ekolojî, civat, ekonomî û mîrata tarîxî û kulturî bike, alternatîfa herî maqûl kîjan e û hwd. Raya giþtî jî divê bi riya þirovekirina rexnegirî û pêþniyarkirina gûherandin û lêzêdekirinan beþdarî pêvajoyê bibe.(27)

 

4.2 GAP û lêkolîna tesîrên wê

Ji ber ku Tirkiyeyê berê avakirina projeyên GAP‘ê lêkolîna tesîrên li ser jîngehê ku di avakirinên weha de pêwistiyeke giring e, nekiriye; projeyên ku avadibin û yên ku avabibin an hatine plankirin dê bikaribin tesîrên balkêþ li ser jîngehê bikin.

Ev tiþt bi tevayî bi zanîn û þiyarbûna derbarê pirsa jîngehê ve girêdayî ye. Dikare bê gotin ku ev ne tenê li Tirkiyeyê, li tevayiya dinyayê bûyereke 20-30 salên dawîn e. Li gelek welatan çi bi qanûnî çi bi devkî, giringiya vê pirsê tê ziman; lê di pratîkê de biçûk dîtin an jî girîngî nedana vê pirsê rastiyeke berbiçav e.

Li Tirkiyeyê Qanûna Jîngehê (hejmar 2872) di 11‘ê Tebaxa 1983‘yan de di “Resmi Gazete“ya Tirkiyeyê de hate weþandin. Di vê qanûnê de, bi qanûna hejmar 3416 û tarîx 3‘yê Adara 1988‘an guherandinek çêbû. Hin çewtiyên balkêþ di Qanûna Jîngehê de hene. Li gor yek ji van çewtiyan, ger jîngeh ji hewldanên pêþveçûna ekonomiyê re nebe asteng dê bê parastin.(28)

Vê qanûnê 12 rêzname pêwist didîtin. Yek ji van jî “Çevresel Etki Degerlendirme Yönetmeligi“ (Rêznameya þirovekirina Tesîrên Jîngehî) bû. Ev rêzname bi pir derengî derket û 7‘ê Sibata 1993‘yan de di Resmi Gazeteya Tirkiyeyê de hate weþandin. Ji aliyê naverok, di vê rêznameyê de jî wekî Qanûna Jîngehê hin helwestên negatîf di derbarê parastina jîngehê de hebûn.(29) 

Di rewþeke weha de projeyên GAP‘ê jî beyê ku lêkolîna tesîrên li ser jîngehê amade bibe destpêkirin û hatin domandin. Her çend di sala 1989‘an de ji bo lêkolîneke weha di navbera Beþa GAP‘ê ya Rêxistina Plankirinê ya Dewletê (DPT)  û Muduriyeta Giþtî ya Jîngehê de mutabaqatek çêbûye jî, pêwistiyên vê nehatin bicihanîn.(30) Li gor agahdariyên meha Îlon-1996‘an, LTJ hîn di nav projeyên ku dewam dikin de ye.

Lê avakirin her dewam e. Bendavên Karakaya, Atatürk û Hancagiz qediyane û yên mayî ya dewam dikin yan jî di sewiyeya planê de ne. Ev tiþt, weke ku pêþî mirov bên dalîqandin û dû re mahkemeya wan bê çêkirin.

Li gor mîmarekî Alman, Udo Hirsch ku wekî þêwirmendê Weqfa Jiyana Kûvî ya Dinyayê (WWF) bi salan bi Kelaynakên ku li Birecikê ne alaqeder bûye, di derbarê GAP‘ê de divê lêkolîna van tiþtan bê kirin: Tesîrên projeyê li ser avên bin erd, çere, çandinî û daristanan; çandiniya avî dê çi bîne û bibe; bandav dê li ser îklimê çi guherandinan çêkin; dermanên çandiniyê dê li ser axê û avê çi tesîran bikin û ev derman dê têkilevê axê bibin an ne.(31)

Tecrûbeya avakirina Bendava Kebanê li ber çavan e. Ji bo ku di derbarê Kebanê de biryara LTJ pir dereng hate girtin, texrîbatên li ser jîngehê pir bûn(32) û ger weha bidome di pêþerojê de dikarin hin texrîbatên din bên holê.

 

 

Vegere destpêka nivîsê

 

Editor:
Osman Aytar

Kurdforum:
E-mail

 


Ev rûpel, herî baş bi
Microsoft Explorer 5.0
û yên piştî wê ve dikare bê dîtin.


Destpêkirin:
16.10.2000