Foruma Jîngeha Kurdî

 

5. Tesîrên GAP‘ê yên li ser xwezayê û jiyana mirovan

 

Wexta ku GAP temam bibe, dê qasî 75 hezar hektaran gol pêk bên. Bivê nevê ev û avdana erdan, dê îklima herêmê biguherîne. Ev jî dê tesîr li ser derûdorê bike.

Li aliyê din, di çandiniyê de bi awayekî întensîf bikaranîna dermanên kîmyewî dê þertên jiyanê ji bo mirov, heywan û nebatan biguherîne. Mumkun e ku hin babet xwe bikaribin adapte bikin, lê hin çûreyên  heywan û babetên nebatan dê wenda bibin. Ji ber ku her babet di xweragirtina sîstema ekolojiyê de xwediyê rolekê ye, ji van wendabûna hin babetan dikare bi xwe re hin tesîrên din jî bîne.

Tesîrên GAP‘ê yên li ser jîngehê di Rapora Jîngehê a Parlamentoya Tirkiyeyê de jî tên behskirin. Lê beþek ji vê raporê nehatiye weþandin û di wir de behsa wan tesîrên negatîf ku berdevkên hukûmeta Tirkiyeyê ya înkar dikin yan jî pir “normal“ dibînin, tê kirin. Li gor vê beþa ku nehatiye weþandin bi avakirina GAP‘ê dê problemên weha bikaribin derkevin:

1. Problemên bi projeyan girêdayî: Bermayî û gemariyên senayiyê, avên qenalîzasyonên bajaran, qirêjiya avê û hewayê ku ji hilberîna enerjî û senayiyê tê, sedîmentasyona di golên bendavan de, di derûdora golên bendavan de erozyona axê, guherandina þertên jiyana masiyan, nizmbûna çavkaniyên avan, dijberiya navbera bajar û çandiniyê ji bo bikaranîna axê.

2. Problemên jîngehê ku nêrîneke giþtî pêwist dikin: Erozyona axê, ji ber kêmasiyên drenajê li hin ciyan kombûna avê û bixwêbûn, erozyona bayê, ji ber temînkirina êzing û firehkirina erdên çereyê birina daristanan, ji ber çerandina întensîf feqîrbûna çereyan, qirêjbûna avê ya ji ber bi întensîfî bikaranîna gubre û dermanên çandiniyê, guherandinên ekolojîk li ser cûreyên heywan û babetên nebatan, guherandinên li ser îklimê û nexweþiyên ku ji avê çêdibin û belav dibin.(33)

Lê bifikirin dewleta ku newêre encamên lêkolînê biweþîne, dê çawa bikaribe yan jî bixwaze hin tedbîrên pêwist bigre?

 

5.1 TALÛKEYÊN HIN NEXWEŞIYAN

Herêma GAP‘ê wekî tê zanîn ji xwe warê gelek nexweþiyên parazîter e. Li ser vê rewþê hin lêkolînên resmî jî tê de, gelek lêkolîn hene ku behsa nexweþî û talûkeya hin nexweþiyên din dikin. Li gor raporeke rêxistina doktoran a li Diyarbekirê li herêmê hebûna hin nexweþiyan li gor tevayiya Tirkiyeyê û Kurdistana Bakur di sewîyeya rekorê de ye. Nexweþiya taya giran (malaria) a ku di sala 1994‘an de li Diyarbekirê, Mêrdînê, Sêrtê, Batmanê û þirnexê hebû, % 63,4‘ê tevayiya Tirkiyeyê û Kurdistana Bakur bû. Li gor tevayiya Tirkiyeyê û Kurdistana Bakur sewiyeya hin nexweþiyan li Diyarbekirê weha ye: Brussella % 16 (1993), dîzanterî % 24 (1992) û tîfo % 40, 7(1993). Di derbarê nexweþiyên weha de ger tedbîr neyên girtin, her ku biçe ew dê zêde bibin.(34)

Ger tedbîr neyên sitendin, avakirina GAP‘ê dê vê rewþê xerabtir bike. Çunkî li herêmeke mezin çêbûna golan û li herêmê destpêkirina avdanê, him dikare bi xwe re hin nexweþiyan bîne, him jî bi riya avê dikarin ew nexweþî belav bibin.

Li ser vê rewþê raporeke nû ji aliyê rêxistina doktoran a li Diyarbekirê hate weþandin. Li gor vê raporê; avdan dê bi xwe re guherandina îklimê û ev jî dê bikaribe bibe sebebê hin nexweþiyan. Ferqa germiya þevê û rojê dê hindik bibe. Li gor raporê, nexweþiyên tropîkal, li gel xerakirina siheta mirovan, dê li herêmê bibin sebebên zirarên aborî û problemên pêþveçûnê. Nexweþiyên ku di raporê de tên destniþankirin ev in:

Şistozomiyazis: Kurmên nêr û mê yên gihiþtî dibin sebeb. Enfeksiyon, ji avên ku tê de larvayên ku ji salyangozan çêdibin hene, belav dibe. Di îklimên tropîkal de zêde dibe.

Taya giran: Nexweþiyeke kevn e û li ser civatan tesîreke mezin kiriye.

Giardiasis: Li herêmên tropîkal û subtropîkal heye. Piranî di wexta emrê navbera 0-16‘an de çêdibe. Hin problemên mahd û roviyan ji vê nexweþiyê çêdibin.

Amöbiasis: Li herêmên tropîkal û subtropîkal heye. Di roviyan de û carnan jî di hin organ û tevnan (tissue) de dibe sebebê nexweþiya dizanteriya amipî (navçûna bi xwîn). Bi riya avê belav dibe.

Ancylobtomosib-Necatorosib: Bi riya cûrekî kurm belav dibe. Kurmên weha di wexta avdanê de zêde dibin. Her çend ji bo jiyanê ne zêde talûke bin jî, % 25-50‘yê enerjiya mirovan dadixînin.

Kala-Azar (Leishmania Danovani): Enfeksiyona ku bi riya pappataciyayê (bi Tirkî: tatarcik) belav dibe. Wexta ku “tatarcik“ li mirovan dide, nexweþî derbasî xwînê dibe û bi vê riyê di laþa mirovan de belav dibe.

Leishmania Tropica (rîþa salê): Bi riya “tatarcik“ên mê ku diþibin kelmêþan belav dibe. Li herêma GAP‘ê ji xwe zaf heye.

Di raporê de li ser riyên mudaxalekirin û tedawiyên van nexweþiyan jî tê rawestin.(35)

Di çavkaniyeke din de li gel nexweþiyên parazîter behsa hin nexweþiyên kezebê jî tê kirin.(36)

Li gor raporeke Komeleya Parazîtolojî ya Tirkiyeyê ku sernivîsa raporê “GAP û Parazit Hastaliklari“ (GAP û Nexweþiyên Parazîtê) ye, li pey destpêkirina avdanê, ji ber ku li herêmê bingeheke baþ tuneye, dê gelek babetên nexweþiyên parazîter li herêmê derkevin.(37)

Bi baran an jî bi avdanê dê dermanên çandiniyê bikaribin tevî avên ser erdê û bin erdê bibin û ev jî dê bibe sebebê hin nexweþiyan. Ger tedbîr neyê sitendin dê dermanên çandiniyê li ser mahsûlan jî tesîreke xerab bikin. Wek mîsal di penîrê ku ji Tirkiyê çûye Almanyayê û di îsotê sorê ku çûye Amerîkayê de dermanê çandiniyê hebûye.(38)

Nexweþiyên weha dê bi riya Ferat û Dîcleyê derbasê Sûriye û  Îraqê jî bibin.

 

5.2 TesîrÊN li ser axê

Ger tedbîr neyên sitendin dê GAP, li ser axê jî tesîrên negatîf bike. Ji ber ku erdên ku li herêma GAP‘ê ne, demeke dûrûdirêj e nehatine avdanê, ji bo berhemgirtina duyem avdana întensîf û bikaranîna dermanên çandiniyê, dê talûkeya çolbûnê (alkalîbûn) zêde bibe. Li erdên wekî yên GAP‘ê ku demeke dirêj nehatine avdanê, hebûna elementên wekî kalsîyûm (Ca), sodyûm (Na), potasyûm (K) û fosfor (P) zêde ye. Ji ber ku mîktara sodyûma ku tê guhertinê bilind e, wexta avdanê dê ev sodyûm di nav avê de bihele û ev jî dê rê ji bixwêbûn(39) û çolbûna erdan re veke. Ji ber vê yekê jî drenaj(40) pêwist e. Ger wusa nebe, erd dikarin karaktera xwe ya berhemdar wenda bikin.(41)

Îddîa ew e ku ger weke ku hatiye plankirin, di þûna avdana dilopîn û barandinê de, li ser “avdana sererû“ bê îsrarkirin, dê talûkeya çolbûnê zêde bibe. Çunkî ava ku ji avdana pêþî vegere dê carek din bê bikaranîn. Li ser vê îhtimalê hin lêkolînên din jî hene.

Li gor lêkolînên ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolîna Herêmî ya Wezareta Çandinî ya Tirkiyeyê hatine kirin, rewþ bi kurtayî weha ye: Ji ber sebebên hindikbûna meyla topografîk a erdan (ku piraniya erdên GAP‘ê weha ne) û karaktera erd û sewîyeya ava binî, dê problema drenajê derkeve û bi vê riyê dê îhtîmala çolbûnê zêde bibe. Ji bo vê tespîtê, mîsalên herêmên Herran û Akçakaleyê tên dayin.(42)

Mîktara kirêcê (CaCo3) li herêma GAP di navbêra % 5 û 85‘ê de ye. Wek tê zanîn kirêc, ji aliyê nebatan bikaranîna elementên (minör)  ên wekî hesin û fosforê bi sînor dike. Taybetî jî nebikaranîna hesin, dibe sebebê klorozê bûyinê (zerbûn). Di axê de hindikbûna maddeyên organîk, taybetî jî azotê dixîne bin limîta pêwist.(43)

Li Tirkiyeyê li herêma Çukurovayê, ji ber ku wexta avakirina Projeya Aþagþ Seyhanê tedbîr nehatine sitendin, hin problemên balkêþ derketin. Li erdên ku tên avdanê bixwêbûn û zeîfbûna berhemkariya çandiniyê, hin problemên girîng in. Li deþta Aşagı Seyhanê bilindbûna ava binî jî problemeke ber bi çav e.(44)

 

5.3 TESÎRÊN LI SER FLORA Û FAÛNAYÊ

Carnan tê gotin ku herêma GAP‘ê ji aliyê florayê(45) feqîr e. Lê rastî ne wusa ye û herêm di sewiyeya ku nayê texmînkirin de, dewlemend e. % 30-35‘ê nebatên ku li Tirkiyeyê tên çandin, li herêma GAP‘ê jî hene. Ya din jî herêma GAP‘ê ji aliyê florayê baþ nehatiye kontrolkirin.(46)

Li gor þertên nû dê hin babetên nû jî derkevin. Li ser babet û tesîrên wan jî ji nuha de hin tiþtên qet‘î gotin ne mumkun e. Lêkolîneke piralî pêwist e.

Gelek alim vê yekê tînin ziman ku, berê vê 11 hezar sal ji bo bicihbûna mirovayetiyê, bijartina vê herêmê ne tesaduf e; bi îklim û cûreyên heywan û babetên nebatên ku ji bo jiyanê girîng in ve girêdayî ye. Hin babetên ku cara pêþîn hatine çandin û berhemkar bûne, ji vê herêmê derketine. Bi gotineke din, herêma GAP‘ê navenda genetîkî ya hin babetan e. Di karûbarê islahkirinê de ji bo gihandina babetên berhemkar, xweragir û yên ku bikaribin di þertên nû de bijin, pêwistî bi genên nebatên berê heye. Çunkî ev berhemên evolusyoneke 10 hezar salî ne. Hin babetên familyeyên genim, baqle û cûreyên heywanan xwediyê van xusûsiyetan in.(47)

Li gor hin çavkaniyan, di floraya herêma GAP‘ê de babet gelek in û hin babetên xas (endemîk) hene. Li gor agahdariyên sala 1991‘î, lêkolînerekî ji bo herêma GAP‘ê ji 46 familyan 100 babetên xas ku li gelek cihan tûnene û bin talûkeyê de ne tesbît kirine. Berê vê jî  53 babetên xas hatibûn tespîtkirin. Piraniya van xwediyên navên Kurd û Kurdistanî ne.(48) Ger tedbîr neyên sitendin, wekî ku li herêma Kebanê bû, dê li herêma GAP‘ê jî ew babetên xas di bin avê de bimînin.

Di derbarê tesîrên li ser faûnayê(49) jî hin agahdariyên balkêþ hene. Wekî di tabloyên 1 û 2‘em de jî tê xwanêkirin, gelek cûreyên heywan û teyran ji xwe di bin talûkeyê de ne û bi guherandinên GAP‘ê dê ev talûke bikaribe hîn mezin bibe. Li gor çavkaniyeke din jî, hin cûreyên kevroþk û miþkan jî di bin talûkeyê de ne.(50)

 

Tablo 1. Li herêma GAP'ê hin teyrên
ku di bin talûkeyê de ne

Navê bi kurmancî

Navê bi tirkî

Rewşa aktuel

Kelaynak
Kundê şevê
Betê (çirg) mezin
Qertelê marxur
Kewê deqdeqî
Pelîkan
Tûka dimdim
Darkutokê kesk
Bazê nêçîrê

Kelaynak
Alacabaykuş
Büyük toy
Yılan kartalı
Ur keklik
Kaşıkçıl
Hüthüt (çavuş)
Yeşil ağaçkakan
Gezginci doğan

Di rewşeke îzolekirî de ne
Divê bên parastin
Divê bê parastin
Divê bên parastin
Divê bên parastin
Pir hindik mane
Di bin talûkeyê de ne
Di bin talûkeyê de ne
Di bin talûkeyê de ne

 

Çavkanî:Prof. Dr. Nihat Şişli, GAP ve ekolojik gerçekler, Bilim ve Teknik, Mayıs 1990, r.52. Ji bo navên bi kurmancî yên teyran, beyî jê îstîfadekirina hin ferhengan, min ji hin şexsan jî pirsî. Lê cardin jî dikarin hin kêmasî yan çewtî hebin.

 

 

Hin cûreyên heywanên ku li herêmê hene, ji bo dinyaya ilmê nû ne. Li gor lêkolînekê, 7 cûreyên kulliyan, cûreyekî masiyan (di ava Feratê de) û cûreyekî roviyan (li herêma Qersê) xwediyê navên Kurdistanî ne. Cûreyên kuliyan jî li Diyarbekirê (Sîlvan), li Wanê (Gewaþ), li Meletiyê, li Bîngolê (Gênc), li Elezîzê (Palo), li Erzurûmê, li Meraþê û li Hekariyê (Beytuþþebab, þemdînan) dijîn.(51) Ger þertên wan ên jiyanê bên guhertin, îddîa ew e ku dê ew wenda bibin.

Tablo 2. Li herêma GAP'ê hin heywanên kûvî
yên ku di bin talûkeyê de ne

Navê bi kurmancî

Navê bi tirkî

Rewşa aktuel

Xezal
Mambiz (þûl)
Keftar
Pezkûvî

Ceylan
Karaca
Sırtlan
Yaban keçisi

Li cihên taybetî de mane
Pir kêm mane
Pir kêm mane
Pir kêm mane

 

Çavkanî:Prof. Dr. Nihat Şişli, GAP ve ekolojik gerçekler, Bilim ve Teknik, Mayıs 1990, r.52. Ji bo navên bi kurmancî yên heywanên kûvî, beyî jê îstîfadekirina hin ferhengan, min ji hin şexsan jî pirsî. Lê cardin jî dikarin hin kêmasî yan çewtî hebin.

 

Lê pir mixabin tedbîrên pêwist nayên sitendin. Projeyên ku ji bo parastina cûreyên heywan û babetên nebatan hatine amadekirin derbasê jiyanê nabin. Ev yeka ji aliyê gelek alîmên Tirk bixwe jî hatiye ziman.(52)  

 

 

Vegere destpêka nivîsê

 

Editor:
Osman Aytar

Kurdforum:
E-mail

 


Ev rûpel, herî baş bi
Microsoft Explorer 5.0
û yên piştî wê ve dikare bê dîtin.


Destpêkirin:
16.10.2000