6.
Çi pêwist e?
Dewlemendiyên
xwezayê, ne av, ne nebat, ne cûreyên
heywanan, ne berhemkariya axê, ne hewayê
paqij bê sînor in. Bi bêplanî, yan jî
þiklen bi plan be jî, ji kêmasî û çewtiyan
mirov bi destê xwe dikarin zîrarên mezin
bidin xwezayê û bibin sebebên gelek encamên
ku ji bo îro û pêþerojê bi talûkeyan
tijî ne.
Gelek
lêkolîner, mirovan wekî texrîbkarên herî
mezin ên li dijî xwezayê nîþan didin.
Li gor hesabekê, ger mirovên dinyayê di
sewiyeya tiþtbikaranîna
Swêdiyan de bijîn, nêzî du planetên
vitûvala yên qasê dinyayê pêwist
in.(53)
Welatekî
tesawur bikin ku bê nebat e, bê heywan e,
bê ava paqij e, bê axa berhemdar e. Rast e
nuha hin welatên ku di van waran de xwediyê
problemên
mezin in hene û hin aliyên van
encaman jî mumkun e ne rasterast berhemên
îradeya mirovan bixwe bin, lê ya sebebên
ên din? Di
vir de rola îradeya mirovan derdikeve holê.
Ji ber ku guherandinên li ser jîngehê pirî
caran di periyodeke gelek dirêj de tên
holê,
hin encamên texrîbatên vî warî piþtî
ku tên diqewimin, dibin mijarên
munaqeþeyan.
Yanê bi gotineke din, hin encam bi dizî tên
û wexta digihîjin merheleyeke texrîbkar
xwe nîþan didin. Wê çaxê jî, pir
mixabin, hin fersendên telafîkirina texrîbatan
ji dest diçin.
Ji bo ku texrîbatên li ser jîngehê kêm
bibin, li gel pêwistiyên peymanên
navneteweyî, hin dewlet li gor rastiyên
welatên xwe plan û programan çê dikin,
dikevin nav hewldanên piralî.(54)
Di van 10-15 salên dawiyê de ji bo çareserkirina
pirsên ekolojiyê û bi awayekî maqûl girêdana
wan a bi ekonomiyê, bi navê “ekonomiya ekolojîk“
beþeke nû ya ilmên civakî
(ji aliyê hin dezgeh û kesan wusa tê
qebûlkirin) derket holê. Li gor nêrîna
parastvanên ekonomiya ekolojîk; xela, pir
zêdebûna nifûsê, þer, bê berhemdar
kirina axê, xerakirina hewa û avê,
bikaranîna çavkaniyên fosîlan û jiyanê,
çerxa bûyerên xwezayî yên navbera erd
û asîman, pirsa ozonê, hindik an zêde bi
awayekî ji aliyê mirovan bikaranîna
xwezayê ve girêdayî ne. Herweha nêrînên
tradîsyonal ên li ser ekonomiyê, wekî
misal yên marksîst û neoklasîk, ji ber bêperspektîfbûyin
an jî girîngî nedana wan a li ser pirs û
pirsgirêkên jîngehê tên rexnekirin. Li
gor bîr û baweriya derbarê "ekonomiya
ekolojîk, problemên jîngehê ne problemên
talî, yanî ne yên duyemîn an sêyemîn
in, problemên bingehîn ên ekonomiyê ne
jî.(55)
GAP di vê çerçeweyê de projeyeke girîng
e. Bê þik wê bi xwe re, wekî misal
ji bo çandinî û îstihdamê hin îmkanan
bîne. Mumkun e ku yên ku "hesret"
a avê dikþînin, zêde guh nedin hin encamên
ku di pêþerojê de dikarin bibin sebebên
texrîbatên mezin. Ev tiþt li Kalîforniyayê
jî, li Aralê jî, li Assuanê jî weha
dest pê kiriye.
Lê yên ku talûkeyên muhtemel dibînin
yan jî texmîn dikin, divê xwediyên
helwesteke din bin.
Ya din jî di vî warî de hin dîtin hene
ku, li gor wan li welatên wekî Tirkiye û
Kurdistanê bendav û santralên elektrîkê
herî zêde dikarin 35-40 sal (56) bêne
bikaranîn. Ger weha be, xesaretên din
aliyekî dewlemendiyên ku bi hezar salan in
hene, dê di nav 35-40 salan de xesaretên
mezin bibînin. Ji ber vê yekê jî li ser
tiþtên weha divê mirov baþ bifikire û
ne tenê yê îro, hesabê pêþerojê jî
bike.
Li gel ku gelek aliyên siyasî û civakî yên
pirsê jî hene, mirov dikare bipirse, gelo
di warê parastina jîngehê de çi dikare bê
kirin? Yên ku berpirsin jî vê rastiyê
dibînin, lê cardin jî tedbîran nastînin.
Li aliyê din, hin alimên uniwersîteyên
Tirkiyeyê jî hin pêþniyarên maqûl di
civînên ku berpirsên dewletê jî beþdar
bûne anîne ziman, lê pir mixabin ew jî
hatine paþguhkirin.
Ji ber vê yekê jî berê her tiþtî
helwesta partî, rêxistin, komel, enstîtû,
waqif û dezgehên din ên Kurdistanî
giring e. Mirov dikare bibêje ku bi sîstematîkî
zanîn û girîngî dayina pirsa jîngehê,
ji bo tevgera Kurdî hema hema nû ye. Gerçî
li dinyayê jî zanebûn an þiyarbûna li
ser jîngehê ne xwediyê dîrokeke dûrûdirêj
e. Lê wexta em li rewþa xwe dinêrin,
sebeb çi dibin bila bibin, baþ li ser hûrnebûna
vê pirsê li ber çavan e. Bê þik sebebên
vê yekê jî li welatekî wekî Kurdistan
ne hindik in. Wexta mafên mirovî aliyekê,
jiyana mirovan bi xwe her roj di bin talûkeyê
de be, zehmet e ku pirsa jîngehê bala raya
giþtî bikþîne û wê bi awayekî pêwist
mobîlîze bike.
Lê divê mirov bi plan û program ji cihekê
dest pê bike û van helwestên zeîf ku di
vî warî hene xurt bike. Têkiliya têkoþîna
azadî û rizgariyê û parastina jîngehê
divê baþ bê zelalkirin ku mirov gav li
ser hin vatinî û berpirsiyariyan neavêjin.
Çunkî pirsa jîngehê, ne tenê jiyana
îroyin,
herweha ew welatê ku em dixwazin li ser axa
wî azad û bextewar bijîn jî elaqeder
dike. Ji ber vê yekê jî, her çend ji
derve wekî pirseke ne acîl bê xwanê jî,
rastî ne wusa ye; pirseke giring a pêvajoya
îroyin e. Tesîrên GAP‘ê yên li ser jîngehê
perçeyek ji vê pirsê ne.
Di derbarê tesîrên GAP‘ê yên li ser jîngehê
mirov dikare çi bike? Tiþtek heye ku divê
mirov bibîne. Di vî warî de îhmaleke
berbiçav heye. Ger wexta bajarên antîk,
wekî ku bi serê Samsatê hat, di bin avên
bendavan de wenda bibin, mirov bêdeng
bibîne;
li gel ku li dinyayê emsal hebin, li
Tirkiye û Kurdistanê jî di hin raporên
ku ji aliyê hin karmendên unîwersîteyan,
rêxistinên doktoran û kesên din ên
elaqeder hatine amadekirin de
behsa"felaket"a ku di pêþerojê
de dikare çêbe, bê kirin û mirov jî bêdeng
bimîne, ma gelo ev hemû elametên çi ne?
Carnan li hin welatên din mirov ji
bo projeyeke pir biçûk qiyametan radikin
ser serê hukûmetan. Erê, destketinên warên
din dikarin bi awayên ne rasterast be jî
tesîrê li ser vî warî jî bikin, lê hin
vatinî û berpirsiyarî
hene ku divê mirov li ser wan baþ
bisekine. Herçend
pirsan ji binî hel nekin jî, bi
taybetî
li herêma GAP‘ê û bi giþtî li
Kurdistana Bakur ji bo rê li ber girtina
hin talûkeyên mezin ev pêþniyar û
daxwazên jêrîn giring in:
• Projeyên ku dest
pêkirine, lê hîn
temam nebûne, divê bên sekinandin. Lêkolîna
tesîrên li ser jîngehê
divê di wexteke kurt de bê çêkirin
û li gor vê gav bên avêtin.
• Ji bo projeyên ku dest bi avakirina wan
nebûye, LTJ divê bê çêkirin û li gor
encaman gav bên avêtin.
• Ger projeya Ilisuyê li gorî planan
avabibe, dê bajarê antîk, Hesenkêf di
bin avê de bimîne. Ji bo vê yekê jî divê
ev proje bê îptalkirin.
• Li ser flora û faûnaya herêmê lêkolîneke
berfireh divê bê çêkirin. Li aliyekê
dikare tespîta babetên nebatan û cûreyên
heywanan bê kirin, li aliyê din jî divê
ji bo berdewamiya hin babet û cûreyan þertên
pêwist bên amadekirin. Mîsalen ji bo
floraya herêmê di çerçeweya uniwersîteyekê
de dikare baxçeyeke botanîkê ya taybetî
bê amadekirin.
•
Çi ji aliyê çavkaniyan, çi ji aliyê
paqijkirin û
paqijhiþtinê, ji bo parastina avên
Ferat û Dîcleyê divê tedbîrên pêwist
bên girtin.
Jêrenot: