Destpêkek
ji bo girîngiya jîngehê
Şiyarbûna
derbarê pirsa jîngehê, wekî bûyereke
giştî, li tevayiya dinyayê bûyereke nû
ye, bûyereke 20-30 salên dawîn e.
Herweha tevgerên ku ev pirs kirin navenda
armancên xwe û li ser vê zemînê
xebata xwe bi dezgehên modern meşandin jî
ne xwediyên dîrokeke dûr û dirêj in.
Berê
pirsa jîngehê gelek caran bi pirsên polîtîk
û civakî ve girêdayî
dihat rojevê, lê mixabin pirî
caran di nav van munaqeşeyan de pirsa jîngehê
girîngiya xwe wenda dikir. Pêvajoya pêşveçûna
industriyê ku di destpêkê de bi xwe re
gelek îmkanên baş ji mirovayetiyê re
anîn jî dibû sebebek ku çirûskên ku
di derbarê şiyarbûna jîngehê de hebûn
nebin bi qewet.
Bêşik
hin sebebên vê yekê jî hene. Wekî tê
zanîn texrîbkirina jîngehê jî wekî
hin texrîbatên din bi giranî girêdayê
balansa qewetê bûye. Wexta ku mirov li
hember xwezayê ne xwediyê qeweteke berbiçav
bûn, bivê nevê çarçoweya texrîbatan
jî bi vê qewetê ve girêdayî, sînorkirî
bû. Bi pêşveçûna industrî û
teknolojiyê mirov bûn xwediyên qeweta
mezin û li gor berjewendiyên xwe qeweta
xwe wekî li dijî hemcinsên xwe, li dijî
xwezayê jî hîn bi sîstematîk û
plankirî bikar anîn. Elektrîk, riyên
bi asfalt, pirên beton, avdana bi teknîkên
nû, fabrîqe, dermanên kîmyewî, îhtiyaciyên
rojane yên din di destpêkê de hîn cazîb
bûn. Di gel ku bi xwe re di gelek waran
de rehetî anîna ji bo mirovan, texrîbatên
tiştên weha yên li ser jîngehê hîn sînyalên
talûkeyan nedabûn, yan jî yên ku hebûn
nedihatin dîtin.
Lê
wexta hate ferqkirin ku texrîbatên mezin
li ser nebatan, heywanan, kalîteya avê,
berhemdariya axê hatine kirin û hin nexweşî jî encamên texrîbatên weha
ne, pirsa jîngehê bû yek ji mijarên
munaqeşeyên rojane. Wexta bi navên
“tevgerên keskan“ û “parastvanên
jîngehê“ hin kes û grûb derketin
dengê xwe bilind kirin, berpirsiyarên
dewletan û sermayedaran tevgerên weha sûcdar
kirin û gotin “hûn pêşveçûnê
naxwazin“.
Divê
mirov bibêje ku di destpêkê de îthamên
weha ji aliyê piraniya mirovan jî
dihatin qebûlkirin. Çunkî mijar ji
hesabên biçûk û îstismaran re vekirî
bû. Lê ev pêvajo dirêj ne ajot û pirs
bû pirseke bingehîn a munaqeşeyên
pêşveçûnê.
Gerçî nuha jî hin îthamên berpirsiyarên
dewletan û sermayedaran dom dikin, lê ne
wekî berê ne.
Çunkî
êdî bê şik e ku texrîbatên vî warî
li ser jiyana mirovan xwediyê tesîrên
mezin in. Ji gelek aliyan tê îfadekirin
ku, wekî ya jiyana çûyî, ya îroyin û
pêşerojê jî bi balansa ekolojiyê ve
rasterast girêdayî ye. Di çerxa
ekolojiyê de her tişt xwediyê
fonksiyonekê ye, hindik an zêde têkilî
di navbera wan de heye û guherandinên ku
di vî warî de dibin, tesîr li ser unsûrên
din jî dikin.
Li
Kurdistanê şiyarbûna derbarê pirsa jîngehê
him gelek nû ye, him jî hîn gelek zeîf
e. Lê pêvajoya texrîbkirina jîngehê
her berdewam e. Mînakên texrîbkirinan zêde
ne. Wekî mînak, şerê piralî yê ku
dewleta tirk li welatê me meşand û hîn jî bi hin aliyan ve
dimeşîne,
ne tenê li hember mirovê kurd herweha li
dijî jîngehê jî texrîbatên mezin bi xwe
re anî û tîne. Hema xerakirin û şewitandina bi hezaran gundan, şewitandina
daristanan, bikaranîna bombeyên bi babet
babet bi serê xwe texrîbatên mezin
dikin.
Pirsên
taybetî yên ku bi pirsên jîngehê ve
girêdayî ne pir in. Projeya
Anadoliya Başûrê Rojhilat (GAP) jî yek
ji wan bûyeran e ku ji gelek aliyan ve li
ser jîngeha Kurdistanê tesîrên nebaş
dike û dê bike. Bê şik tesîrên nebaş
ên GAP‘ê yên din jî hene, mîsalen
ên li ser jîngeha kulturî û tarîxî.
Wexta mirov ji bin tesîrên propagandayên
dewletê yên bi demagojî û derewan
xemilandî dûr bikeve, wê wextê dê hin
aliyên GAP‘ê ku ji feydeyê pirtir dê
ziraran bînin, hîn baş xwanê bibin.
Avabûna
hin bendav û santralên elektrîkê,
avdana erdan, bi întensîvî bikaranîna
dermanên kîmyewî dê tesîr li ser
xwezayê (kalîteya erd, cûreyên heywan
û babetên nebatan û hwd.) û siheta
mirovan bikin. Wexta mirov ji aliyê teknîkî
li pirsê binêre, ne pir ecêb e ku hin
guherandin çêbibin, lê wexta ev
guherandin bi gelek aliyên xwe ve bi talûkeyan
tijî bin, wê çaxê divê mirov li ser
pirsê hîn hesas bisekine. Di vir de zanîn
û girîngî pêdayina pirsa jîngehê tê
pêşiya me.
Ji
ber van hemû sebeban, tesîrên GAP‘ê yên
li ser jîngehê divê ji nuha de bên
şirovekirin
û li gor van helwest bê sitendin.